BANGA HEVBEŞ: Parastina destkeftin û hebûna Herêma Kurdistanê erkeke neteweyî ye!

17 Mijdar 2026

Em, komek ji akademîkar, hunermend, nivîskar û çalakvanên Kurd li Dîasporayê, bi xemgîniyeke mezin rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê dişopînin.

Herêma Kurdistanê di encama têkoşîn, fedakarî û qurbaniyên mezin ên bi dehan salan, gihîştiye destkeftiyên siyasî û neteweyî ku di dîroka nûjen a Neteweya Kurd de xwedî cihekî taybet in. Hebûna Herêma Kurdistanê û sazgehên wê ji bo Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û seranserê cîhanê cihê hêvî û serbilindiyê ye. Ji ber vê yekê, aramî, ewlehî û pêşketina Herêma Kurdistanê ji bo hemû Kurdan xwedî girîngiyeke mezin e.

Bi bergerî kûrkirina nakokiyên siyasî û pirsgirêkên rêveberiyê, ne tenê aramiya siyasî û civakî, lê ji wê wêdetir ewlehî, destkeftin û hebûna Herêma Kurdistanê jî dixe bin metirsiyeke mezin. Di vê qonaxa hestiyar de, berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milên hemû hêzên siyasî, bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK).

Em di wê baweriyê de ne ku hemû arîşe dikarin bi hişmendî, berpirsiyariya neteweyî û rêzgirtina ji vîn û berjewendiyên Neteweya Kurd bêne çareserkirin. Parastina destkeftiyan, ewlehî û hebûna Herêma Kurdistanê ne tenê daxwazeke siyasî, lê erkeke neteweyî û dîrokî ye.

Em bang li PDK-ê, YNK-ê û hemû hêzên siyasî dikin ku nakokiyên xwe bi diyalog, danûstandin û lihevkirina aştiyane çareser bikin. Em bawer dikin ku rêya bingehîn a derketina ji qeyrana siyasî û çareserkirina pirsgirêkên îdarî, ji nû ve çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê, bihêzkirina rola wê û avakirina hukûmeteke neteweyî ye.

Her wiha, em bang kesayetiyên  xwedîbandor û xwedîgotin ên Kurdistanê dikin ku li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin û ji bo aştiya navxweyî, diyalog û lihevkirina siyasî, dengê xwe bilind bikin.

Divê neyê jibîrkirin; serkeftin jî, têkçûn jî, ne tenê ya vê yan wê partiyê, vî yan wî serokî, lê ya me hemûyan e. Ji ber vê yekê, divê hemû hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê di zûtirîn demê de berjewendiyên neteweyî li ser berjewendiyên partiyan bigirin û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.

Helbet mafê her partî, rêxistin û welatiyê Kurdistanê heye ku di derbarê bûyer û rûdanan de xwedî nêrîn û hizra  taybet be û bi awayekî azad, bi rê û şêweyên aşitiyane û demokratîk, hewil bide wan pêk bîne. Lê belê mafê neteweyî li ser hemû mafên takekesî, partî û rêxistinan e. Parastina yekîtiya Herêma Kurdistanê, xûrtkirina prensîb û saziyên wê û parastina wê li dijî hemû gef û metirsiyan berjewendiya herî bilind a Neteweya Kurd e û li ser milê hemû hêzên siyasî û rêxistinên civakî, sivîl û kesayetiyan, erk û berpirsiyariyeke neteweyî ye.

Akademîkar, hunermend, nivîskar, û çalakvanên Kurd li Dîasporayê

Gazîkarên Bangê :

  1. Baban Eliassi, Civaknas û Polîtolog, Fransa
  2. Bekir Shwanî, Rojhelatnas û werger, Almanya
  3. Cemil Turan, Nîvîskar û Werger, Yûnanîstan
  4. Jebar Kadîr, Dîroknas, Holanda
  5. Dana Rouf, Nîvîskar û Şanokar, Swêd
  6. Hashem Ahmadzadeh, Akademîkar, Swêd
  7. Îlhan Kizilhan, Akademîkar, Almanya
  8. Mehmet Tanriverdî, Rêveberê Civaka Kurd li Almanyayê
  9. Shewnim Yehya, Felsefevana Civaknasiyê, Fransa
  10. Şefîq Pêşeng, Nivîskar, Almanya
  11. Sîrwan Rehîm, Nivîskar û Dokumentarîst, Almanya
  12. Yaşar Abdulselamoglu, Akademîkar, Bulgarîstan,

Têbinî: Heke hûn dixwazin vê bangnameyê îmze bikin, ji kerema xwe heta 19.11.2026 demjimêr 24:00 (bi saeta Ewropya Navîn) nav/paşnav û pîşeyê xwe raghînin Maila jêr.

Bangname.bk@gmail.com