Li Îzmîrê semînera bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî hate li dar xistin

16 Mijdar 2026

Roja 15.11.2026ê, li Îzmîrê, li hola Kovara Dengê semînera ji bo şermezar kirina darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî hate li dar xistin.

Semîner bi rêzgirtina ji bo Seyîd Riza û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê destpêbû.

Endamê Meclîsa Partîyê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Ermîş moderatorîya semînerê birêvebir. Mehmet Ermîş bi kurtayî armanca vê semînerê anî zimên.

Di semînerê de endamê Meclîsa Partîyê ya Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Mesûd Tek, Berpirsê PÊLKURDê Mahmût Alpşen nûnerê Tevgera Vejînê Edîp Welatparêz axaftin.

Axaftvanan, di derbarê komkujîya ku li Dêrsimê hate li dar xistin, sîyaseta îmha û înkarê ya Dewleta Tirkîyeyê û darve kirina Seyîd Riza û hevalên wî de agahdarîyên berfireh dan, bîr û rayên xwe anîn zimên.

Gelek beşdarên civînê jî bîr û rayên xwe anîn zimên.

Gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî semînerê bûn.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)