Roja 15.11.2026ê, li Stenbolê, li KURD-KAVê semînera ji bo şermezar kirina darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî hate li dar xistin.
Semîner bi rêzgirtina ji bo Seyîd Riza û hevalên wî, şehîdên Sînemaya Amêdê û hemû şehîdên Kurdistanê destpêbû.
Endamê Komîteya Rêvebir a Navendî ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Kasim Ergun moderatorîya semînerê birêvebir. Kasim Ergun bi zaravayê kurmancî yê kurdî, armanca vê semînerê anî zimên.
Li ser navê PWKyê Mehmet Gul bi zaravayê kirdkî-zazakî yê kurdî, li ser navê Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Mansûr Kara û li ser navê Tevgera Vejînê Ferhad Kurdistanî bi zaravayê kurmancî yê kurdî û li ser navê KURD-KAVê Serokê Giştî yê KURD-KAVê Mehmet Celal Baykara jî bi tirkî axaftinên xwe kirin.
Axaftvanan, di derbarê komkujîya ku li Dêrsimê hate li dar xistin, sîyaseta îmha û înkarê ya Dewleta Tirkîyeyê û darve kirina Seyîd Riza û hevalên wî de agahdarîyên berfireh dan, bîr û rayên xwe anîn zimên.
Endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê, helbestvanê kurd Abdulmecîd Kapazan helbestek xwend.
Nivîskarê kurd Salman Yeşîlgoz jî di derbarê komkujîya Dêrsimê de bîr û rayên xwe anîn zimên.
Gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî semînerê bûn.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)






