Li Îlamê girtiyek kurd hat îdamkirin

Li bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê girtîyekî kurd hat îdamkirin.

14 Mijdar 2019

Navenda Nûçeyan– Malpera Hengaw ragihandîye, duhî danê sibê girtîyekî kurd li girtîgeha bajarê Îlamê hat îdamkirin.

Li gorî agahîyan, ew girtîyê kurd xelkê bajarokê Eyvana Rojava yê Îlamê û navê wî jî Mihemed Resûl Çolkî (25 salî) bû.

Ew welatîyê kurd ji ber kuştina pismamê xwe hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.