Encûmena wezîrên herêma Kurdistanê îro dicive

Îro 13.11.2019ê encûmena wezîrên herêma Kurdistanê di serokatiya serokwezîr Mesrûr Barzanî de dicive.

13 Mijdar 2019

Navenda Nûçeyan– Li gor zanyarîyên BasNewsê di civîna îro ya encûmena wezîran de pirsên girêdayî bi rêxistin kirina peyker û karûbarên wezareta Pêşmerge û biryarên dadgeha federal a Iraqê dê bên gotûbêj kirin.

Herwiha vê derbarê de K24ê ragihand ku derveyî wan her du mijarên karûbarên wezareta Pêşmerge û biryara dadgeha federal a Iraqê, projeyên çareser kirina alozîyên Iraqê, wek proje yasaya komîsyona bilind a helbijartinan û pirsa helbijartinên pêşwext a encûmena nûnerên Iraqê û paşxistina helbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê, di civîna encûmena wezîran de guftûgo li ser bên kirin.