Amerîka: Wê 600 leşkerên me li bakurê Sûrîyê bimînin

Serfermandarê Amerîkayê da xuyakirin, 600 leşkerên wan li Rojavayê Kurdistanê dimînin.

11 Mijdar 2019

Navenda Nûçeyan– Serfermandarê Amerîkayê Mark Milley bo medya Amerîkî axivî û da xuyakirin, ji hezarî kêmtir leşkerên wan li bakurê Sûrîyê dimînin û got, dibe ku ev hejmar 600 leşker be.

Amerîka, bi destpêkirina êrîşa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê re, piranîya baregehên xwe valakiribûn û piştî demekê careke din bi navê parastina zeviyên petrolê vegerîyabû Rojavayê Kurdistanê.

Ev yek di demekê de ye, îro hêzeke leşkerî ya Amerîkî bi  hejamreke zirîpoş û tankên Abrahams ve li ser rêya nêvdewletî M4 ber bi Tel Temirê ve çûn.