Xwepêşander hişyarîya destpêkirina proseyeke serkutkirinê didin

Rolekî girîng ê xetên internetê û torên civakî, di nîşandana rastîya xwepêşandanên Iraqê de heye, ‎xwepêşander di wê bawerîyê de ne ku hikûmet ji bo veşartina binpêkirinan li bajarên naverast û ‎başûrê Iraqê, car car xetên internetê qut dike.

8 Mijdar 2019

Navenda Nûçeyan– Xwepêşander vê pêngavê wek destpêkirina proseya ‎serkutkirinê binav dikin. Ligel daxwaza hikûmetê bo parastina xwepêşanderan, lê hêzên ewlekarîyê ‎pêbendê biryarên hikûmetê nabin û tundûtujîyê li beramber xwepêşanderan bikar tînin.‎

Xwepêşanderekî Iraqî li Bexdayê dibêje: “Me ji wan re got bi xwedê tiştek li ba me nîne tenê slogan in, li beramberî me rawestîyan û gotin li vê ‎derê rawestin, kom bibin û slogana em birayê we ne bilind bikin, piştre efserek hat got niha li we didin, ‎me wiha dizanî henekan dike û dixwaze me bitirsîne daku vegerin, em rawestîya bûn ji nişka ve bi ‎tivingan li sere me dan, temaşe bike, temaşe bike çi ji dest û lingên min hatine, em jî reviyan û wan jî ‎teqe li me kirin.”‎

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di gotara xwe ya dawî de got: “Me heta niha ti rêyeke tund li dijî xwepêşandanan ‎nedaye pêşîya xwe û tişta heye berevanîkirin e.” Piştî xwepêşandanên ser Pira Ehrar, du kesên tîmekî ‎pizîşkî wenda bûn, ên ku xwepêşander û çalakvanan digirin, nasnameyên wan nedîyar in. Tenê di ‎bûyera ser Pira Ehrar de, 6 xwepêşander bi guleyan hatin kuştin. Berdevkê Fermandarê Hêzên Çekdar ‎ên Iraqê dibêje: “Divê xwepêşander û dezgahên ragihandinê pêbendê rênmayîyên hikûmet û mercên ‎yasayî bin.‎

Berdevkê Fermandarê Hêzên Çekdar ên Iraqê, Ebdulkerîm Xelef dîyar kirîye: “Çend rênimayî hatine derxistin ku nabe xwepêşander nêzîkê wan navçeyan bibin, ji ber eger heye ‎hinek kes hebin ketibin nav xwepêşandanan û hewl bidin bi alîyekî din de bibin, azadiya ramanê mafekî ‎destûrî ye, ne tenê li ser cadeyan, lê li hemû dezgahên ragihandinê û kanalên esmanî, lê bi wî mercê ‎pêbendê mercekî bin û hewla derxistina kîn, kuştin û paldanê nedin ji ber ev mijar bi hemû awayekî ‎hatîye redkirin.”

Ev pêngava Iraqê ji alîyê rêxistinên navdewletî ve rûbirûyê rexneyan bûye, daxwaza rakirina kod û ‎bendên li ber bikarhêneran dikin daku bigihin zanyarîyan.

Rêxistina Navdewletî bo Asayişa Elektronî ‎ragihand ku ji destpêka xwepêşandanan ve hikûmeta Iraqê kod û bendên herî tund xistine ser xetên ‎internetê.‎

Li gor amarên Komisyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê ji destpêka destpêkirina xwepêşandanên Bexda ‎û parêzgahên din ên Iraqê ve nêzîka 300 kes hatine kuştin û zêdeyî 12 hezar kes jî birîndar bûne.

Çavkanî:Rûdaw