PAK:Em bi wefata mamosta Hemîdê Hecî Derwêş xemgînin

Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ji ber wefata sîyasetmedarê Kurd Hemîdê Hecî Derweş bi peyamekê sersaxî xwest.

24 Cotmeh 2019

Navenda Nûçeyan– Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ji ber wefata sîyasetmedarê Kurd Hemîdê Hecî Derweş bi peyamekê sersaxî xwest.

Peyama Ozçelîk wiha ye:

Em bi wefata mamosta Hemîdê Hecî Derwêş xemgînin

Serokê Partîya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê (PDPKS) mamosta Hemîdê Hecî Derwêş îro(24.10.2019) roja pênşemê di seet:02.00yan de li bajarê Qamişlo ji ber celteya dilî çûye ber dilovanîya xwedê.

Em bi wefata sîyasetvan û rewşenbîrê welatperwer ê Kurd , Serokê Partîya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê(PDPKS) mamosta Hemîdê Hecî Derwêş xemgînin.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.

Sersaxîyê ji hemû malbat û heval û hogir û hezkirîyên rehmetî re, ji hemû rêvebir û endamên Partîya Demoqrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûrîyê re, ji gelê Kurd re dixwazim. 24.10.2019

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê