Nabê rol û xebata Hevpeymanan, tevlî biryara nexwestîyên sîyasî bê kirin

Serokatîya Herêma Kurdistanê daxuyanîyek di derbarê rola artêşa Amerîkayê ya parastina herêma Kurdistanê de belav kir.

22 Cotmeh 2019

Navenda Nûçeyan– Serokatîya herêma Kurdistanê daxuyanîyek di derbarê rola artêşa Amerîkayê ya parastina herêma Kurdistanê de belav kir.

Li gorî malpera fermî ya serokatîya herêma Kurdistanê daxuyanî wiha ye;

Hêza Hevpeymanan ya bi serkirdayetîya artêşa Amerîka rolekî serekî li parastin û hevkarîkirina hemwelatîyên Herêma Kurdistanê de, her li ragihandina navçeya dijî firînê ya li sala 1991 û heta rûxandina rejîma Beis ya li sala 2003 û têkşikandina gruba terorîstiya DAIŞê li van çend salên derbasbûyî da hebû. Her bi vê navê da jî mil bi milê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, qurbanîyê dane û berevanîyê li Herêma Kurdistanê kirine.

Nabê rol û xebata Hevpeymanan, bi taybetî ya artêşa Amerîkayê, tevlî biryara nexwestîyên sîyasî bê kirin. Herêma Kurdistanê rêz û pêzanîna xwe ji bo hêzên Hevpeymanan û artêşa Amerîkayê dûbare dike û xebat û qurbanîdana wan bilind radigrê.

Serokatîya Herêma Kurdistanê

21.10.2019