Reuters: Artêşa Tirkîyê guh nade agirbestê!

Ajansa Reuters ragihand, zêdebarî ragihandina agirbestê artêşa Tirkîyê li ser êrişên xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê berdewam e.

18 Cotmeh 2019

 

Navenda Nûçeyan– Ajansa Reuters ragihand, zêdebarî ragihandina agirbestê artêşa Tirkîyê li ser êrişên xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê berdewam e.

Şeva borî Amerîka û Tirkîyê li ser ragihandina agirbesteka demkî li Rojavayê Kurdistanê li hev kirin. HSD û YPG jî agirbest qebûl kirin û ragihandin, ewê ji saet 22:00 agirbestê bicîh bînin.

Lê ajanasa Reutersê ragihandîye, artêşa Tirkîyê guh nade agirbestê û heta niha jî bajarê Serê Kanîyê topbaran dike û çekdarên alîgirên wê jî êrişî şervanên HSDê û xelkê ji bajêr dikin.

HSDê jî daye zanîn ku artêşa Tirkîyê Serê Kanîyê dide ber topan û çekdarên alîgirên wê jî êriş dikin.