Li Sûdanê lehî

Li Sûdanê pileya germayê nizim bûye û lehiyê zerar gihandiye piraniya parêzgehan. Ji ber lehiyê zerar gehişte 17 parêzgehên Sûdanê û 62 kesan canê xwe ji dest dan.

28 Tebax 2019

Li Sûdanê pileya germayê nizim bûye û lehiyê zerar gihandiye piraniya parêzgehan. Ji ber lehiyê zerar gehişte 17 parêzgehên Sûdanê û 62 kesan canê xwe ji dest dan.

 

Li bakurê ‎Xertûmê xaniyên xelkê ketine bin avê. Heta niha ji ber lehiya li wî welatî 62 kesan canê xwe ji ‎dest dane û 100 kesên din jî birîndar in. Ji 18 parêzgehên Sûdanê ji ber lehiyê zerar gehiştiye 17 ‎parêzgehan.‎


 

Akinciyê Xertûmê Tacedîn dibêje: ‎“Jiyana piraniya xelkê wan navçeyan li ser çandiniyê ye, niha jî hemû navçe di bin avê de ‎maye, ti cihek nehiştiye.”‎


 

Tendirûstiya Sûdanê amarên zerara lehiyê belav kirin. Ji ber lehiyê zerar gehiştiye 35 hezar û ‎‎750 xanî û malan. Sê hezar û 636 çêlek ji ber lehiyê jinav çûne.‎


 

Xwebexş Umer Osman jî got: ‎“Rewş niha li Wad Ramli gelekî dijwar e, nêzîka 7 hezar xaniyan bi tevahî herifî ne, li vê ‎derê pêdiviya xelkê Sûdanê gelekî bi cil û derman heye, pêdiviya me bi çadiran heye, ji ber ‎hejmara çadiran li gor hejmara malbatan kêm e.”‎


 

Sêzdeh sal e lehiyeke wiha li Sûdanê çênebûye. Hejmareke zêde ya xelkê di nav çadiran de li ‎benda alîkariya rêxistina ne. Piştî çendîn meh krîza siyasî, krîza mirovî bestika Sûdaniyan girtiye.‎


 

Akinciyê Navçeya Wad Ramli Ewad Îsmaîl anî ziman: “Li vê derê cil û bergên xelkê nînin, piraniya xelkê hemû tiştek bicîh hiştine, daku zarokên ‎xwe bighînin cihê silamet.”‎


 

Li Sûdanê herî zêde zerar gehiştiye navçeyên nêzîkê çeman. Havînê li Sûdanê pileya germayê ‎bilind e û heta 45 pileyan jî bilind dibe. Lê roja Sêşemê pileya germayê li Xertûmê 28 pile bû.‎