Li Hewlêrê du depoyên Wezareta Pêşmerge teqiyan

Heta niha nayê zanîn ew depo çima teqiyane û çiqas çek û cebilxane têde bûne.

18 Tîrmeh 2019

Li Hewlêrê, du depoyên çekan yên Wezareta Pêşmerge teqiyan.

Îro danê sibê du depoyên çek û cebilxane yên Wezareta Pêşmerge, ku li nêzîkî Gumrika Hewlêrê ne, teqiyan.

Heta niha nayê zanîn ew depo çima teqiyane û çi qas çek û cebilxane tê de bûne.

Wezareta Pêşmerge heta niha li ser vê yekê tiştek negotiye.