Amerîka di Kupaya Cîhanê ya Futbolê ya Jinan de bû Şampîyon

Amerîka di Kupaya Cîhanê ya Futbolê ya Jinan de, ku li Fransa li dar diket, bû şampîyon.

8 Tîrmeh 2019

Amerîka di Kupaya Cîhanê ya Futbolê ya Jinan de, ku li Fransa li dar diket, bû şampîyon.

Di maça fînalê de, Amerîka, Holanda bi skora 2-0 têk bir û kupa wergirt.

Amerîka, di Kupaya Cîhanê ya Futbolê ya Jinan de cara çaran dibe şampîyon û rekor di destê wê de ye.

Tîma Amerîka heta rabû fînalê, Swêd, Îspanya, Fransa û Brîtanya têk biribû.

Hêjayî bîrxistinê ye, Amerîka ew kupaya cîhanê di sala 1991, 1999 û 2015’an de jî sitandibû.