Kurdên Sovyeta berê rêxistinîbûna xwe bihêz dikin

Federasyona Komeleyên Kurdên Navnetewî (FKKN) konferansa xwe ya salane li bajarê Sankt-Peterbûrg a Rûsyayê destpê kir.

9 Hezîran 2019

Federasyona Komeleyên Kurdên Navnetewî (FKKN) konferansa xwe ya salane li bajarê Sankt-Peterbûrg a Rûsyayê destpê kir. 

Rojnamevan û Nivîskar Hejarê Şamil ji Kurdistan24 re diyarkir, ku Konferans bi rojevek dewlemend lidar dikeve. Ligor agahdariyên Hejarê Şamil ji nav Konferansê:
Di civîna roja yekemîn a Konferansê de endamên Gurcîstanê, Azerbaycanê, Ermenistanê, Qazaxistanê, Qirgizistanê, Bêlorûsya yê, Rûsya yê (bajerên curbecur) beşdar bûn. 
Rojeva civînê jî, ji van mijarên jêrîn pêkhat: 
– Pirsgirêka Kurd di rojeva cîhanî ya sedsala 21an de.
– Pirsgirêkên Kurdên Sovyeta berê wekî gelê surgunkirî.û Sazkirina komîteyekî ji bo çareserkirinê wan pirsgirêkan. 
– Teyîdkirina endamên rêveberiyê û parvekirinê erkan. 
– Tesdîqkirinê Bernameya FKKN.
– Amadekirina Foruma Ciwanan.
– Amadekirina Komîteya Jinan. 
– Ji bo astengkirinê asîmîlasyonê, pêşxistinê karên çandî û perwerdeyî.
– Amedekirinê wasîteyên perwerdeyî ji bo dûrvehînbûnê zimanê Kurdî. 
– Derbarê karên FKKN li babetê hevkariya diasporên dîtir ve.
– Amadekirinê komîsyonekê ji bo lêkolîna dîroka Kurdên Kafkasyayê û Sovyeta Berê bi giştî.
– Bangewazî ji lidêrên cihanê re, di derbarê dagirkirinê Kerkuk, Şengal û Efrînê de.

Herweha rojnamevan-nivîskar Şamil ji K24 re anî ziman, ku civîn bi axaftin û nirxandinên dewlemend di derbarê mijaran de dom dike…