PAK-Ewrûpa: Cejna Remezanê ya misilmanên Kurdistanê û yên cîhanê pîroz dikin

PAK-Ewrûpa bi boneya Cejna Remezanê peyamek belavkir. PAK-Ewrûpa di vê peyama xwe de cejna Remezanê ya misilmanên Kurdistanê û yên cîhanê pîroz kir.

4 Hezîran 2019

PAK-Ewrûpa bi boneya Cejna Remezanê peyamek belavkir. PAK-Ewrûpa di vê peyama xwe de cejna Remezanê a misilmanên Kurdistan û yên cîhanê pîroz kir. 

Peyama cejna Remezanê ya PAK-Ewrûpayê wiha ye:
”Em li ser navê Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpa cejna Remezana li hemû misilmanên Kurdistanê û Kurdistanîyên ku li derveyî welat dijîn û her weha hemû misilmanên cîhanê pîroz dikin. Hêvîdar in ku aramî, azadî bibe para gelê Kurdistanê, kuştin, talan û şer ji qada Kurdistanê û ya hemû mirovatîyê dûr bikeve.
Bi wesîla cejna Remezanê em silavên biratîyê û xwişkîtîyê yê PAK-Ewrûpayê ji hemû Kurdistanîyan re radigîhinin.” 

PAK-Ewrûpa
(Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpa)