30 bazirganên Herêma Kurdistanê li Çînê mane

30 bazirganên Herêma Kurdistanê li Çînê mane

Bazirganekî Herêma Kurdistanê ku niha li Çînê ye, behsa serkeftina wî welatî bi ser vîrûsa koronayê de ‎dike û dibêje, take nehênîya serkeftinê karantînekirin û ew bû ku welatî ji mal derneketin.‎

A+A-

Navenda Nûçeyan - Bernameyê Bi Dema Duhokê taybet bû bi tedbîr û çawahîya zalbûna bi ser vîrûsa koronayê,  Nizar Samî ‎Doskî ku bazirganekî Kurd e û niha li Çînê ye, bi rêya Skaype beşdarî bernameyê bû û got: “Sedema ‎serkeftina Çînê bi ser vîrûsa koronayê de karantînekirin û ew bû ku welatî ji mal derneketin, ji ‎destpêka derketina vîrûsê ve em li nav malên xwe man û derneketin.”‎

Derbarê jîyana wan bazirganên Kurd de ku niha li Çînê ne, Nizar Doskî got: “Hejmareke zêde ya ‎bazirganan çûn û hatina Çînê dikin, lê ji ber wêya ku meha yekê li wî welatî betlane ye, berî derketina ‎vîrûsê piranîya bazirganên Kurd vegerîya bûn, niha nêzîkî 30 bazirgan li vî welatî mane, haya wan ji hev ‎heye û di peywendîyê de ne, tendirûstîya hemûyan baş e û kes ji me bi koronayê neketine.”‎

Wî bazirganê Kurd amaje bi wê yekê jî da ku ligel derketina vîrûsê, xelkê Çînê gelekî pabendê biryar û ‎rênmayîyan bûn û got: “Em çend rojan carekê tenê pênc deqeyan diçin derve bo kirîna ‎pêdivî û xwarinê, vê jî wiha kirîye ku hejmara kesên pê dikevin di rojekê de daketîye kêmî 25 kesan.”

Rûdaw

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin