Li Fransayê Kurdekî şeraba ‘Kurdistan’ berhem anî

Li Fransayê Kurdekî şeraba ‘Kurdistan’ berhem anî

Karsazê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê, Faysal Taşkiran şerabekê bi markaya “Kurdistan” berhem tîne, ku berî du heftîyan kete bazarê. Taşkiran dixwaze şeraba Kurdistanê, li cîhanê bide naskirin.

A+A-

Faysal Taşkiran ku xelkê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye û zêdetirî 33 salan e li Fransayê dijî, niha dest bi berhemanîna şerabeke taybet kirîye û navê wê şerabê kirîye, Kurdistan.

Zêdetirî du heftîyan e, ku wî karsazê Kurd şerabana bi markeya Kurdistanê xistîye bazarê.

Taşkiran, “şerab bi Kurdî xweş e”, ji xwe re kirîye dirûşm û dixwaze Şeraba Kurdistanê bi hemû cîhanê bide naskirin.

Derbarê navlêkirina şeraba ku berhem tîne, bazirganê Kurd Faysal Taşkiran ji Rûdawê re ragihand: “ Min rismek dît, rismê gûşîya Tirî, wê di serê min de fikrek çê kir, normal wek (nexşeya) Kurdistanê ye, bêyî ku kesek bizanibe, gûşîya Tirî wek nexşeya Kurdistanê ye. Paşê min got ew wek Kurdistanê ye, çima navê Kurdistanê nebe. Em dikarin şerabekê çê bikin. Min jî got em dikarin vî karî bikin û karekî pir hêja ye. Min got bila Kurdistan têkeve mala her kesî.”

Fransa welatek e ku bi şerabên xwe yên taybet û xweş bi nav û deng e. Faysel Taşkiranê Mêrdînî sûd ji wê navdarîya Fransayê wergirtîye û rojane navê Kurdistanê dixe ber çavê çerahezên Fransa û Ewropayê.

Faysal Taşkiran dibêje, ew destpêka projeya wî ye û dixwaze projeya xwe mezintir bike û ji bilî corên şeraba sor, şerabên spî û rojê jî berhem bihîne.

Taşkiran ji Rûdawê re got: “Proje, ev destpêk e. Vê gavê min 5 hezar sifariş daye, min etîket stendîye û hazir e. Rezerva min jî heye, heta 20 hezarî, me bi devkî li hev kirîye, heta ez nebêjim na, nikarin bifirşin wan 20 hezar şeraban. Jixwe kapasîteya wan jî 100 hezar e û ji wê zêdetir nikarin çê bikin, yanî heta 20 hezarî ez dê bikaribim çê bikim û tenê li vê nesekinim helbet.”

Ew bazirganê Kurd bi alîkarîya sazîya nîvhikûmî ya alîkarîkirina kompanîyên biçûk, kompanîya xwe damezrandîye. Ew sazîya Fransî, herwiha di firotina şeraba Kurdistanê de jî alîkarîya wî bazirganê Kurd dikin.

Serokê Sazîya De La Ntion, Karim Jost ji Rûdawê re dibêje: “Armanca me li vê derê ev e, ku ew kesên nû ne û dest bi kar dikin, em alîkarîya wan dikin di warê borukrasîyê de wate di warê yasayî û îdarî de. Em workşopan ji wan re encam didin û wan fêr dikin, ku çawan bikarin kiryaran peyda bikin, çawan marketing ji bo berhemên xwe bikin, çawan bi rêya online bikarin berhemên xwe bifiroşin , heya ku kompanîyên wan mezintir bibin û her dema ku kompanîyan pêgeha xwe di bazaran de bihêz kir, wê demê dikare cihekî din bibîne û li vê derê biçe.”

Bazirganê Kurd, Faysal Taşkiran dixwaze bi şeraba Kurdistanê maseya hemû merasiman bixemilîne û eger bikare projeya xwe berfireh bike, dê li şûna tirîyên Fransa, bi tirîyên rezên Kurdistanê şerabên xwe berhem bihîne.

Ji bo vîdeoya nûçeyê bitikînin.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin