Erdogan: Medya civakî bo demokrasiyê gefek e

Erdogan: Medya civakî bo demokrasiyê gefek e

.

A+A-

 Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îddîa dike ku medya civakî bo demokrasiyê gefeke bingehîn e û dibêje, agahiyên ne rast bûne pirsgirêk bo ewlekariya giştî ya cîhanê.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo Lûtkeya Ragihandinê ya Stratejîk û Navdewletî peyamek bi rêya vîdeoyê şand.

Erdogan di peyama xwe de dibêje: “Ligel belavbûn û zêdebûna kanalên medya civakî em dibînin derew, nûçeyên çêkirî û agahiyên ne rast jî zêde bûne. Ji ber nûçeyên li ser van kanalên ku sîstemeke kontrolê li ser wan nîne tên belavkirin jiyana bi milyonan mirov têk diçe. Pirsgirêka agahiyên ne rast êdî ne tenê pirsgirêkeke ewlekariya netewî ye, bûye pirsgirêkeke ewlekariya giştî ya cihanê.”

Berî niha jî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê medya civakî de axivî bû û gotibû divê medya civakî bê astengkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin