Amerîkayê 2 kujerên Hevrîn Xelef xist nav lîsteya sizayan

Amerîkayê 2 kujerên Hevrîn Xelef xist nav lîsteya sizayan

.

A+A-

Wezareta Gencîneya Amerîkayê, du serkirdeyên koma Ehrar El-Şerqiyê ku kujerên Hevrîn Xelef in û hejmarek berpirsên hikûmeta Sûriyê, xist nav lîsteya sizayan.

Wezareta Gencîneya Amerîkayê, lîsta danîna sizayan li ser komên çekdar ên Sûriyê û berpirsên zindanên rejîma Sûriyê nû kir.

Di lîsta nû de, heşt berpirsên zîndanê ku berpirsên bilind ên Hewalgêriya Leşkerî ya Rejîma Sûriyê hene. Li gor amaran 14 hezar kes bi eşkence hatine kuştin û çarenivîsa 130 hezar kes jî nediyar e.

Wezareta Gencineyê herwiha, koma Ehrar El-Şerqiye û du serkirdeyên wê yên bi navê Ehmed Îhsan Feyad El-Hayes yê bi nasnavê (Ebu Hatem Şaqra) û Re’d Casim el-Hayes bi nasnavê (Cafer El-Şeqra) jî xistin lîsta sizayan.

Wezareta Gencineyê diyar dike, ew kes berpirsên zîndanên gundewarên Heleb û Îdlibê ne ku gelek eşkence û revandin kirin. Herwiha ew her du kes bi kuştina Hevseroka Partiya Pêşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef û pasewanekî wê jî tên tometbarikirin ku Komîsyona Netewên Yekgirtî jî ew daxwaz kiribûn.

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef roja 12ê Cotmeha 2019an di êrîşeke çekdarên ser bi Tirkiyê ve li ser rêya Navdewletî li nêzîkî bajarê Qamişlo hatibû kuştin.

Herwiha, ew du endamên Ehrar El-Şerqiye bi kuştina sivîlan, taybet armanckirina Kurdan, karmendên tendirustiyê, bazirganiya jin û zarokên êzdî, revandin, zîndankirin û talankirinê tên tometbarkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin