PWK Şaxa Batmanê, di salvegera rahmetkirina Seydayê hêja Melle İmadettin Yetîz, li ser gora wî bibîranî

PWK Şaxa Batmanê, di salvegera rahmetkirina Seydayê hêja Melle İmadettin Yetîz, li ser gora wî bibîranî

.

A+A-

Em bi rêzdarî Seydayê hêja Melle İmadettin Yetîz bibîr tînin.

Şaxa Batmanê ya PWKê di salvegera rahmetkirina Melle Imadettîn çû ser gora wî!

Gotin: Em bi rêzdarî Seydayê hêja Melle İmadettin Yetîz bibîr tînin.

Şaxa Batmanê ya PWKê di salvegera pêncemîn de Melle İmadeddin Yetiz bibîranî.

Rêvebirîya PWK Şaxa Batmanê ,02.12.2025 katjimêr 14.00 an de, di salvegera pêncemîn a wefata Mele Îmadeddîn Yetîz (Seydayê Gurdilî) bibîranî. Bi beşdarbûna rêvebir, endam û dostên PWKê û malbata Seydayê Gurdîlî, li Batmanê li Gundê Kêrikê li ser mezelê wî, bibîranîn hate pêkhanînê. Li ser mezel dua hatin xwendin, mezelê wî bi Ala Kurdistanê û bi gulan xemilandin. Ji Bo seyda û bi tevahî şêhîdên Kurdistanê deqqeyek rêz hate girtin.

Serokê Şaxa Batmanê Aziz Özdemir beytek ji Seydayê Gurdilî xwend û got:

” Ez û ew tev hemfikrin di rêbaza Barzanî

Ew rêbaza pir durist xwedî nam û nîşanî

Gurdîlî bextewar e di paşîya emrê xwe

Kurdistaneke azad e wî dîtî bi çavê xwe” 2011

Kedkarê doza azadîya Kurdistanê, sîyasetmedar û helbestvanê welatperwerê Kurd, Seydayê Melle İmadettîn Yetîz (Seydayê Gurdilî) roja 02.12.2020ê ji ber nexweşîya Covid-19yê çûbû ber dilovanîya xwedê!

“Mixabin pênc sal berê weke îro me şahidekî dîroka xwe ya nêz, Me, hestekî Kurdewarî wenda kir .

Ew kedkarekî welatê xwe, netewa xwe bu. Bi cil û bergê xwe û bi şaşika xwe ku nîşana çanda kurdî bû, ew dilsozekî neteweya kurd bu. Ew civaknasekî, evîndarekî welatê xwe, sîyasetmedar û helbestvanekî netewa xwe, helbestvanê “Qehremnanê Asrê Bîsta” bu. Ew xwedî du dîwana “Banga Yekîtî Bo Azadî û Mizgînîya Azadîyê ”bu. Em soz didin bê westan heta Alaya Kurdistanê li axa Kurdistanê bi azadî li ba bibe, emê şopgerê te bin, Seyda. Her dem tê di bîra me de bê Seyda. Te helîna xwe di dile her kurdekî de çêkirîye û dijî”.

Seydayê Gurdilî Kurdperwerekî hem sîyasî hem wek helbestvanekî xizmetek bê hempa ji bo netewa xwe, bi fidakarîyek mezin kirîye .

Li kuderê karekî kurdînî hebuye, bi keda xwe, bi sekna xwe li wê derê buye û pir caran serkêşîya wî karî kirîyê.

Di hişyarbûn û belavbuna fikr û ramanên netewî tevî feqîyên xwe li herema Xerzan û Çîyayî ya, Deşta Bişerîyê, li herema Batman û Silîvan de roleke mezin ya wî hebuye. Ji bo her kurdperekî rol modelekî Kurdî bû ye.

Seydayê Melle İmadettîn Yetîz 60 salan wek rewşenbîr, sîyasetmedar û helbestvanekî dilsozê welatperwer di doza azadîya Kurd û Kurdistanê de xwedîyê ked û roleke hêja bû.

Seydayê Melle İmadettîn Yetîz, bi helwest û fikirên xwe, bi helbest û têkoşîna xwe her avakar û dilxwazê tifaq û hevkarîyên netewî, niştimanî bû.

Seydayê Gurdilî û hemû kedkar û şehîdên doza azadîya Kurdistanê rûmeta me ne.

Ew kurdperwerê bêwestan bo welatê xwe, bo miletê xwe xebitî, ji kîsê me tevan bar kir û çû. Em ê her tim wî bi rêzdarî bibîrbînin.

Emê ked û xebata Seydayê hêja tu carî ji bîr nekin û emê wan tovên ku seydayê me avêtî nav dilê gelê me, her û her geş bikin.

Em wek PWK yî bi nasandina wî kêfxweşin û her tim şopgerê Xweda jê razî ne.

Seydayê me, helbestvanê me ku rêbaza wî xeta neteweyî, Kurdistanî bû, Ciyê wî biheşta Firdews, mevanê Mele Mistefa Barzanî, Qazî Mihemed û Seyîd Riza be.

Li ser navê PWK Partîya Welatparêzên Kurdistanê Sersaxîya malbatê, dost û heskîrîyên wî re dixwazin, serê Kurd û Kurdistanê sax be.

Kurê wî Şerefxan Yetîz bi xêr hatin da bêşdarvanan û taybetîyê bavê xwe anî ziman û got :

Ez dixwazim ji we re wek lawekê Seyda evina Seydayê Gurdîlî bînim ziman. “Pêşî Mem ü Zin’a Seydayê Xanî di xwîne û bi dengê helbestên Cegerxwîn û Melayê Cîzîrî evîna wî geştir dibe. Seydayê Gûrdilî kurahîya evîna dilê xwe derbasi ser reşbeleka dike.

Armanca wî ewe ku xizmetê bo milletê xwe bike û şopekê bihêle bo dîrokê. Seydayê Gûrdilî di jîyana xwe de însanekî hellî dewlemend bu. Ji ber kû ew evîna dilê wî, bê hempa bu. Şaşika serê Seydayê Gûrdilî taca zêrin bû, sembola Kurd u Kurdistanê û Peşmergê qehraman bû.“

Wekî dosteki nezîk Şexmus Hamo behsa taybetîyên Seyda kir û helbesteke wî xwend.

Mele Kazim behsa serpêhatîyên xwe anî ziman û bi duayan bibîranî.

Dawîya bîranînê de Şerefxan Yetîz, Dîvana Seydayê Gurdilî bi navê “Mizgînîya Azadîyê” dîyarî bêşdervanam kir.

02.12.2025

Partîya Welatparêzên Kurdistanê yê Şaxa Bamanê (PWKê)

manset-5.jpgmanset-6.jpgmanset-9.jpg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin