Rêbaz Hemlan: Bexda ti carî êrîşkarên ser Hewlêrê aşkere nake

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan, piştî êrîşa li ser kêlgeha Kormorê rexne li hikûmeta Iraqê girt û ragihand, Bexda ti carî kujer û êrîşkarên ser Hewlêrê ceza nake.Rêbaz Hemlan îro 27ê Mijdarê di daxuyaniyekê de derbarê êrîşa şeva borî…

27 Mijdar 2025

 Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan, piştî êrîşa li ser kêlgeha Kormorê rexne li hikûmeta Iraqê girt û ragihand, Bexda ti carî kujer û êrîşkarên ser Hewlêrê ceza nake.

Rêbaz Hemlan îro 27ê Mijdarê di daxuyaniyekê de derbarê êrîşa şeva borî ya li ser kêlgeha Kormorê de ragihand, Hikûmeta Federal a li Bexdayê, ti carî ew kes û aliyên ku êrîşên terorîstî dikin ser Hewlêrê û dezgehên petrol û gazê, aşkere nekirine û nake.

Herwiha Hemlan got: “Heta niha ti kes û aliyek ji ber van karên terorîstî nehatine cezakirin. Êdî dem hatiye ku Hikûmeta Iraqê xwedî helwesteke cidî be.”

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ev êrîş wekî “êrîşeke tirsonekane” binav kir û destnîşan kir ku armancên êrîşê zelal in, ku ev in:

1- Pêkanîna fişara siyasî.

2- Vemirandin û têkbirina projeya elektrîka 24 demjimêrî ya ji bo malên welatiyan.

3- Têkdana aramî û seqamgiriya Herêmê.

4- Wêrankirina jêrxana aborî û enerjiyê.

Di dawiya daxuyaniyê de, Rêbaz Hemlan tekez kir ku nabe li hember vê “pîlana reş a terorîstan” bêdengî hebe.

Herwiha got: “Plangêr û êrîşkarên ser Kormorê tenê xirabkarî û wêrankariyê dixwazin. Ev gef rasterast li ser xweşguzeraniya jiyana hemû rûniştvanên Kurdistanê ye û dijayetîkirina wan xizmetguzariyan e ku hikûmet pêşkêşî xelkê dike.”