IRAQ-Di encama şewata li kampeke awereyan de 3 zarok û dayîka wan şewitîn

Li kampeke awareyan a li Enbarê, 3 zarok û dayîka wan şewitîn û du zarokên din ên heman malbatê hatin rizgarkirin.Li gor Berevaniya Şaristanî ya Iraqê diyar kir, agir li nêzîkî bajarê Rumadî li şeş karavanên awareyan ketiye û di…

16 Nîsan 2021

Li kampeke awareyan a li Enbarê, 3 zarok û dayîka wan şewitîn û du zarokên din ên heman malbatê hatin rizgarkirin.

Li gor Berevaniya Şaristanî ya Iraqê diyar kir, agir li nêzîkî bajarê Rumadî li şeş karavanên awareyan ketiye û di encama şewatê de 3 zarok û dayika wan can dane.

Berevaniya Şaristanî ya Iraqê da zanîn, agirê ku li sandvîç panela karavanê ketiye temirandine. Herwiha li ser bikaranîna wê madeyê, ji bo xaniyan hişyarî daye ku sandvîç panel madeyeke gelek zû agir digre ye.