Li Bedlîsê helîkopterek ket: 11 esker mirin

Helîkoptereke Tirkiyê li bajarê Bidlîsê yê Bakurê Kurdistanê ketiye xwarê û ji ber ketina wê helîkopterê 11 serbazên Tirkiyê mirine û 4 serbaz jî birîndar bûne. Medyaya Tirkiyê belav kiriye li navçeya Tetwan a Bedlîsa Bakurê Kurdistanê helîkoptereke leşkerî ya…

4 Adar 2021

 Helîkoptereke Tirkiyê li bajarê Bidlîsê yê Bakurê Kurdistanê ketiye xwarê û ji ber ketina wê helîkopterê 11 serbazên Tirkiyê mirine û 4 serbaz jî birîndar bûne. 

Medyaya Tirkiyê belav kiriye li navçeya Tetwan a Bedlîsa Bakurê Kurdistanê helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyê ket û di encamê de 11 leşkeran mirine û 4 leşkerên din jî birînda bûne.

Ligor zanyariyan heta niha nayê zanîn bê helîkopter ji ber kîjan sedemê ketiye.  Herwiha ligor malûmatên helîkopter li herêmeke çiyayî ketiye û pêleke berfbarînê ew herêm girtiye. 

Li aliyê din heta niha aliyên fermî derbarê ketina helîlopterê ti daxuyaniyeke fermî belav nekirine.