Zirarên operasyonên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê

Zirarên operasyonên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriye yên girêdayî Enqerê, li Rojavayê Kurdistanê 2 operasyonên serbazî li dijî YPGê û HSDê pêk anîn, yek li Efrînê û ya din li Girê Spî û Serê Kaniyê.

A+A-

 Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriye yên girêdayî Enqerê, li Rojavayê Kurdistanê 2 operasyonên serbazî li dijî YPGê û HSDê pêk anîn, yek li Efrînê û ya din li Girê Spî û Serê Kaniyê. Bi sedema wan operasyonan bi sed hezaran xelkê Rojavayê Kurdistanê koçber bûn û zirarek mezin gihîşte mal û milkên xelkê.

Di çileya 2018ê de Tirkiyê di bin navê Operasyona Çiqlê Zeytûnê de êrîşî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kir û di 18ê Adara 2018an de ew herêm dagir kir.

Tirkiyê herwiha di Cotmeha 2019an de êrîşî beşek din ji Rojavayê Kurdistanê kir û di bin navê Operasyona Kaniya Aştiyê de Girê Sipî û Serê Kaniyê dagir kir.

Di encama wan operasyonan de zirarên zêde gihiştin hersê navçeyên Kurdî.

Di operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê de, ew zirar gihîşt wê herêma Rojavayê Kurdistanê;

- Zêdetirî 300.000 kesên sivîl koçber bûn, piraniya wan li kampên navçeya Şehba li bakurê Helebê hatin bicîhkirin.

- Nêzîkî 4.000 kesên sivîl di wê operasyonê de canên xwe ji dest dan.

- Nêzîkî 11.500 sivîl jî ji ber vê operasyonê birîndar bûn û bûne kêmendam.

- Heta niha li gor rêxistinên Efrînî yên peywendîdar 3.600 kes ji aliyê istixbaratê Tirkiye û grûpên çekdar ve hatine revandin û wendakirin, çarenivîsa gelekan ne diyar.

- Heta niha zêdetirî 2 mîlyon darên zeytûnan û darên din ji aliyê grûpên çekdar ve hatine birrîn.

- 50 mezargeh û şûnwaran ji aliyê grûpên çekdar hatine wêrankirin, çekdaran ew şûnwar dizîne û talan kirine.

- Rêxistinên ji Efrînê ku pêwendîdar ku ew binpêkirin belge kirine, rêxistinên ser bi Tirkiye ve heta niha 19 komelgehên niştecîkirinê ji bo Ereb û Tirkmanên hawirde li navçeyên cuda yên Efrînê ava kirine: 4 li Cindrêsê, 3 li Şîyê, 3 li Şêrawa, 3 li Şera, 3 li Bilbilê, 2 li Raco û 1 jî li rojavayê bajarê Efrînê.

Binpêkirinên li Girê Sipî û Serê Kaniyê:

Di Cotmeha sala 2019ê de, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriye, êrîşî Girê Sipî û Serê Kaniyê kirin, di encama wê êrîşê de ew zirar gihîştin wan navçeyan;

- Nêzîkî 300.000 kesên sivîl ji herdû navçeyên Girê Sipî û Serê Kaniyê koçber bûn û li bajar û kampên Cezîra Rojavayê Kurdistanê hatine bicîhkirin.

- 700 kesan ji ber vê operasynê canê xwe ji dest dane.

- 1200 kes jî ji ber birîndar bûn, bûne kêmendam.

Rêxistina Mafên Mirov-Efrîn, Sûriyûn Min Ecil El-Heqîqetî û El-Edale (Sûriyên ji bo Rastî û dadweriyê), Navenda Kurdî ji bo Lêkolînan (Yasa), Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriye, El-Şerq El-Ewset, El-Erebî, El-Cedîd, hemû piştrast dikin ku piştî Tirkiye Efrîn û Serê Kanî û Girê Spî dagîr kirin, proseya wêrankirinê, dizî, talankirin, bazirganiya bi madeyên hişbir, bazirganiya mirovan û guhertina demografiya herêmê destpê kir.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin