Zirarên herdu erdhejên li Kela Xwê dîyar bûn

Zirarên herdu erdhejên li Kela Xwê dîyar bûn

Di encama du edhejên li parêzgeha Urmîye ya Rojhilatê Kurdistanê de 104 kes birîndar bûne û zirar gihîştîye 1000 xanîyên 43 gundên ser bi bajarên Kela Xwê (Xoy) û Selmasê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Roja bihorî du erdhejên mezin bi hêza 5.7 û 5.9 pileyên Rîxter devera Kotol a ser bi bajarê Kela Xwê ya parêzgeha Urmîyê hejandin.

Erdhej li bajarên Selmas û Tewrêzê hat hestpêkirin û di encama erdhejê de elektrîk û torên telefonê li devera Kotolê qut bûn. Herwiha li bajarê Selmasê jî elektrîk qut bû û welatî ji tirsa ji malên xwe derketin û şevê li derve man.

Seroka Fakulteya Zanistên Pizîşkî ya Kela Xwê, Fatima Muqedem ragihand, di encama herdu erdhejan de 104 kes birîndar bûn, ku 85 kes ji wan çareserîyên destpêkê wergirtin û 19 kes jî hêj li nexweşxaneyê ne.

Rêveberîya Kontrola Krîzan a Urmîyê jî dîyar kir, 1000 malên welatîyan li 43 gundan ji % 10 heta % 100 zirar dîtine.

Li gor rayedarên parêzgehê, di encama erdhejan de zêetir ji 500 ser pez û dewarên xelkê jî mirar bûne.

Serokê Hevya Sor a Parêzgeha Urmîyê, Seîd Rehber Sore jî ragihand, ku 875 çadir, 4 hezar betanî, 1000 paketên kelûpelên xwarinê li gel amûrên germkirinê li ser xelkê zirardîtî hatine belavkirin.

Li alîyekê din, Parêzgarê Urmîyê Mihemed Mehdî Şehrîyarî ji bo şopandina rewşa deverên edhejlêdayî û awayê gihandina alîkarîyan bo xelkê, serdana deverê kirîye.

Li gor rayedarên parêzgeha Urmîyê, ji bilî herdu erdhejên mezin, heta niha 60 erdhejên biçûk jî li deverê rû dane.

Erdheja li Rojhilatê Kurdistanê, bandor li Bakurê Kurdistanê jî kir û li navçeya Elbakê ya ser bi parêzgeha Wanê bû sedema zirarên canî û madî. Li gor agahîyan, li Elbakê û gundên derdora wê, 9 kesan di encama erdhejan de canê xwe ji dest dan û bi dehan xanî û avahîyên welatîyan jî hilweşîyan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin