• Diyarbakır 10 °C
  • Batman 11 °C
  • Hakkari 6 °C
  • Şırnak 9 °C
  • Ağrı 2 °C

Zimbêlê Muavîya

Zimbêlê Muavîya
Ali K Yildirim

Meha nêrî beranan rabirtibû. Di meha payîza paşin da, bi weşandina pişiqê berfê tevli şillîyê, pêrra pêrra zivistanê xwe nîşan dida. Subeyan, reva ya ku diketi herd, weku berfê sipî dikir. Wexta tavê li revaya sipî dixist her der dibiriqîya. Rojên bê ba kêm bûn:  Bayê sayî;  ji Çîyayê Surik der dibû; wexta zêde har dibû dar i bêr li hevdu dipêça, gişt hewrên deri dora çîyê pij i bila dikir. Bayê Reş û Bayê Sevazî bi xwera yêk baran dianîn.

Payîzê, gîşt têr i turên yawanî bari cîyê germ dikir. Bi tenê, li gund, qirrika belek, çuçuka borik û kew dima. Pez mal giran giran kêmtir derdiketi çêrê. Her subê,bavê min, afirê gan tijjî ka û kês dikir. Kêsa , ji hur kirina gîyayê xwaş amade bûyî,  rolikî wek baharat dîlîst. Pir caran turşîya fîkan jî tevli kayê dihati kirin. Kavir; bi cehê, yan jî bi gîyayê sûravik dihati xadîkirin.

Bi hatina serma  yê, xelkê malê; li şuna xênî, li odê, dora sobê kom dibû. Li xanî zivistan bû; payîzê sê çar tekne nanê firinê dihati patin û qor qor li ser kindiran dihati darda kirin. Nan li wir dicemîdîya. Qiççiktîya min da di subê da germî dihati kelandin: Germîya nîsîkan, germîya gerandî, germîya çîran, gêrmîya şîr yêkê ku tên bira min bûn. Paşê şuna gêrmîyan şekir û çayê girt. Di xurnîyê da toraqa xaş;  ya bi tevli hevudu kirina mast û to amade bûyî, pendîrê post, qarme qatikên esasî bûn. Me nanê cemedî li dora borîya sobê dipêça û bi îştah dixar. Camêr têr bûn şuvatir, dora dîya min û bi xangê min va dihat. Wan li kuşikikî, li cîyê camêran dur, xurnîya xwe dikirin.

Li gund, li mezra me,  berê dewsê(sezde) mal hebûn. Paşê,  bi bar kirina hindikan,hejmar daketi heft malan. Bi hatina sermayê, camêrên gund; evaran her carê li malikî kom dibûn, qala bûyerên berê dikirin, yan jî xet dilîstîn. Kalikê min ji lîstîka xetan famn nedikir. Derdê wî; xwadê, Hz Elî, peyxamber û cennet bû. Wî ji tarîxê hez dikir, weku her kesê dindar, gora xemn û xeyalên xwe cennet tasvîr dikir. Kalê; di wextê da, di nav civatê da derheqe Saddam Huseyin da ‘’ Ez ji we ra dibêmê, wunê bibînîn royêkî ewê Saddam bibî belayê Cîhanê’’ gotibû. Rastî gora texmîna wî derket.

Di rojên sar da, xeber û havadîsên hatina nîvanan civat şad dikir. Mala bi nîvan cîyê koma civatê bû. Wê salê, disan di rojikî waha sar da, kalikê min ê Sebrî ; ji gundê Kevelî yê,ku dora nehê kîlomêtre ji gundê me dûr, hati mala qîza xwe nîvantîyê. Kalikê min keti hûndur şuvatir, şîrqînîya bêbuliskê destpêkir û hurik hurik şillîyê lê kir. Paşê helkî çû baran zêdetir bû: di çirtikên sîvîngan da wek avşar av dişirrîya. Nahala helhatî ya pêşîya malê dixuşîya û wexta li keviran diket digirmîya. Kes nediwêrîya nêziki nahalê bibî, kezeba meran ji tirsê parçe dibû.

Roja pêşîn ‘’xoş i bêş’’ kirinê şuvatir, camêrên gund li mala me kom bûn. Kalikê min ê nîvan, xeberên gundê xwe û doralîyê wan pêşkeşi guhdarên bi meraq kir. Niza ya ser merayê,  navbêyna  gunde Kevelîyê û ya Xaskoyê da, xadî  cîyêkî taybet bû. Kesî nedikanî zenda Kevelîyan badin, lê vê carê hukumatê dest aviti bû meselê. Mezra me bi Azgêrê va, Keveli, Kanîsorik, Qelereşik, Qereçayir û hindik malên din yên li der i dor belav bûyî ji gundê Kevreş ji malikî, ji Mala Mezin veketîya bûn. Loma, gora adetên eşîrî, dilê me bi Kevelîyan ra bû.

Roja dinê subenda herdû kal; bi bavê min va, li paş sobê li ser xonçê xurnîya xwe kirin. Dîya min bi dêstik toraqa xwaş û pendîr rêş kir. Pendîr tenekî kewikî bibû. Dîya min di kulengê da run derxist. Hûnguvê,  ku dapîra min a Dimilî, bi kalikê min va şandi bû, jî hati ser sofrê. Kalikê min ê malê nanê xwe bi sobê va zeliqand bi îştahiqî mezin di wextikî kêm da çend nan xillas kir. Kalikê min ê nîvan, neçar neçar bi zorê nanik xwar. Di navbêyna herdû kalikan da qesi çîyayêkî ferq hebû: Yêk xwadî basq i zendên mezin, sing û pîl fere; yê dinê, yêki hurik i qollik bû. Yêk şip, yê dinê giran, yêk xwadî îştah, yê din ê her dem zik têr. Yêk cixarekêş, yê dinê dijminê cixarê... Loma giran giran di navbêyna herduyan da  agirê nizê gur dibû.

Herdu kalan bahsa serpêhatîyên berê kirin. Kalikê minê Kevelîyê qala mêranîya xwe ya zaroktîyê kir: Di rojên Hadîsa Qoçkirîyê da ji gundê tirk, ji Yenîkoyê sê camêr hatibûn tertelê. Ew wer dizanin ku li gund, dervayî jinan, kes nemaye. Her çixas gîşt malên gund bi alîyê çeteyên Topal Osman hatibûn şewitandin jî, çend cî nîv şewitî xillas bibûn. Piranî ya Jin i qîzên gund,bi zarên din va, çete çun şuvatir topi gund bibûn. Jin û keçan; weku tedbîr da ku çirkîn xuya bikin, tenî devruyê xwe ra kiribûn. Her yêk bibû kurtilik. Apê kalikê min, Cano, şuva vegerîya bû; lê xebera kesên tertelevan, ji hebuna vî camêrê, tunebû. Van kesên biyanî  ketin nav gund şuvatir,  jin i qîzên gund dora wan girtin; her yêkî çi dît bi wî dada ser tertelevanan. Camêrê mezin; ku xwadî çek bû, firset nedît ku dest bavişî tifengê, wî xwe xillas kir û dest bi revê kir. Kalikê min ê Sebrî ;  ku wê deme zarikî dewdu Sali bû, parra va gehişti, xwe avitibû nîngê mêrik. Ew ji mêrik bibû zuqqum; biyanî çi ji kir, lê nekanî lê xillas bibî. Di vî navbêynê da, apê kalikê min ji cîyê xwe yê vêşartî derdikevî. Cano; meriyêkî destxweda, ku kesî ne dikanî pişta wî wênî herdê, bû.  Wî ewê tertelevan girt bir nahalê û li wirê da ber gullan. Jin ji destpêra herduyên din da hatibûn. Her sê camêr li nahala jurê gun, li nahala guran, hatin çal kirin.

Kailkê min ê nîvan bîrîna kailkê min ê gund der kiri bû. Qezîyên wî; ew biri bû cîyêkî dûr, mekan û wextikî kemn. Pir neçu weku germîyêkî xordayî  pirqinî bi kalê ket. Te digot ew dikennîya, lê va ken nebû, ji çavên wî hêsîr dibarîyan.

Wê êvarê, di surxeta dîya min da dîk û mîrîşka serjêkirî  hebû. Di kevîya mîrîşkên surkirî da, bulxurê bi sîr û xoşafa şîlanan jî hati ser sufrê. Anaha bi tenê tinginî i şîrqînîyên kevçîyan û palçinên kalikê min ê mezin dihat bîstîn. Xuya bû ku kalikê min jê hez kiribû. Di wexta dapîra min da kalikê min mîrîşkik bi tenê xillas dikir, lê naha dem hatibû guhertin. Her tişt bi îdare bû, ji ber ku kulfet zêde bibû.

Kalê piştê xillas biyûna şîvê dua xwe bi gotina ‘’Yarabbî em têr bûnê, yêkê ku birçînê tu têr bike...’’ xillas kir. Paşê cîranê gund disan li mala me kom bûn, çay vexwarin heta wextikî dereng runiştin û sohbet kirin. Lê telaşa rocîya îmaman xwe nîşan dida.

Disan sube bibû. Kalik û bavê min çûn oxir, alif dan mal i melalên xwe. Dîya min ava beravê germ kiribû. Ji ber ku, ewê roja dinê, rocîya îmaman destpê bikirina. Rojê rocîya dewdu îmaman rojê matemê ne: Berav kirin, kinc şuştin, tiraş û por birrîn qedexe ye.  Xwarina goşt, hêk, masî disan qedexe ye. Gora adetê ji xanima xwe dur sikinandin farz e. Qîz û jinên gund;  bo ku şîna xwe nîşan bidin yan cillên kemn, yan jî fîstanên xwe ters li xwe dikirin. Kesên bi îttîqat dewdu rojan av jî venedixwar, ku kalikê minê mezin yêk ji wan bû. Xwarin rojê carikî evaran bû.

Piştê destpêka rocîyê sê roj çibû. Kalê danê êvarê çû axur, alif da gan, binê wan rêş kir. Mîrîşkan li hundir ser darikî tar girtibûn. Li hêla dinê mange hatibûn girêdan. Kalê gollika ku ber nahalê hatibû ort kirin jî anî hundur. Wî îro ji rojê dinê zêdetir ecele dikir, ji ber ku berê rocî vekirinê dixast bangi xwadê bike. Li der pijjikê berfê diavit. Loma Eko pez zû anîbû. Bavê min çû axurê mîyan, nav pêz.

Wexta Kalê hati hundur, kalikê min ê dinê ser têreng runişti bû. Kalê xwexwe da ‘’Ez dişuxilim va weku axan rudinî’’’ got. Dîya min lamba qazê vexistibû, sobe dişewitîya; kutu kuta kermeyên mîyan bû.  Eko hati hundur; li helikî kalê, li hêla dinê Eko destê xwe germ dikir. Dor hatibû îbadetê:

Kalê; li ser têreng, li ser çokên xwe runişt. Kalikê min ê Sebrî jî hat, li hember Kalê mezin cîyê xwe girt û ‘’ Qazî Beg tu venegerîya yî hela Kabê’’ got. Kalê xwexwe da ‘’Hela seri vîya, vayê nezan jî hatîye derheqe îbadetê ders dide min’’ got û paşê ‘’Adam ferqa vê hêlê û wê hêlê tune, xwadê li her derê ye. Tu esas li rastîyê bigerî qibla me roj e, hêla ku roj derdikevî  Qibla me ye. Paşê Yahudîyan got ‘Başare me’ Araban jî li hember wî gotin ‘bajare me...’ Tu eger seri wî bikê bi sedan bajar hene. Her yek wexta bajarê min bibê nabî.  Ha Qudîs, ha Mekke. Herdu bajar jî cîyên pêyxamber, evlîya û enbîyanin e.

Paşê îbadet destpêkir. Kalikê min bi dengikî bilind bangi xwadê dikir. Guhê wî giran bû,te digot yê Xwadê jî giran e. Kalikê nîvan, jî bi sebaba nezanînê, bi tenê lêva xwe dilivand, yêk jî bibê ku ew jî navê peyxamber, velî û nebîyan hel tînî. Kalê piştê zîqr kirina çendik navan, vê carê herd kelle kir û wexta serê xwe ra kir ku çi bibînî?  Eko li hember pêyda bibû, bi destikî tiştik îşaret dikir. Eko destê xwe biri ser lêva xwe, binê poz û kalikê min ê Sebrî  îşaret kir û paşê bi destikî  ‘va çîye?’’ got. Bi konsantrasyona anda ; rîw, por i bijang lê gij, çav li Kalê bel bibû.

Gora îtîqata kalikê min rîw û zimbêl birrîn guneh bû. Lê Kalikê min ê dinê weku Înonû di duşa poz ra nîv kiribû. Piştê sê rojan tî û birçî bûyîna îroyîn heşê sêrî ji wi biribû. Bi hindik ‘gotinên cahîlanê’ nîvanê me, destpêkê da, Kalê mezin hers xistibû. Ser da, car caran jî dervayî adetê malê, kalê yê ne malê xişi tornikan dikir û ‘’Ez bim vanan didim ber çoyan’’digot. Ji ber wî nêvîyê wî Eko jî, li firseta hêfê dipêya. Vaye firset ketibû dest Eko. Zimbêlên ‘’Muavîya’’ firsendikî di cîhda bû.

Çerku Kalê seri zimbêlê kalikê min yê nîvan kir, zimbêlên kirrik bi çavên wî ketin, xwîna gîşt laşê carikî da herikî ya sêrê wî. Muavîyayê pêşin û ya pajin va hati ber çavan. Yê pêşin rîwê xwe kircik kiri bû, yêdinê xwe kiribû nîv zimbêl weku kesikî îrbet. Kalê bi xişşim vegerîya ya Eko  û ‘’Tu! qutî di karê wî da birrî! wî îbadeta me jî berbat kir’’got. Kalikê min ê nîvan,  di pêsîra ya xwadanê malê da girt û paşê sêr kir ku ew raqîbikî kirzeye, berda û bi destikî li dilê xwe xist ‘’çi heye di virada ye! Di zimbêl da keramet tüne…!’’ got. Kalikê min ê mezin destê xwe rakir, weku bi tersê destê xwe bişîrpînî ; wî bi Tirkî  bersîva‘’orada box mu var, ne var!?’’ lê vegerand. Û herdû rabûn hevudu. Eko bazda der,  gêhêşti exur bi qîrrînî‘’Lê, kilê! kal rabunu hevdu! ewê li hev bexinin…’’got.

Bi vê gotina Eko, berê bavê min, paşê dîya min gehêştin odê. Herdu kalan vazîyeta şer girtibûn. Dest yêkî da baston, di dest yê din da êzingikî bi qît. Herdû hazirbûn, ku bi hacetê di dest da, li hevudû darrînin.

Bavê min ‘’Kalê tu şerm nakê, ew nîvan e’’ got.

Li hember ‘’Kalê li low ew xindikînê hena...’’ got.

Kalikê min ê, bavê dîya min, siw ketibû(xeyîdîya).Wî dest aviti paltoyê xwe ku bide rê. Bi gotina ‘’qurban i binê nîngê te dibim, heyran’’  kalikê min bi zorê ji qerera terk kirina malê hati vegerandin. Piştê qedandina niza û protostêyê, her kalikik kişîya kuşikikî. Hukma bêdengîya qesi nîv saatê; bi gotina kalikê min yê mezin, yê malê, Hesenqazî, ‘’Sebrî  Efendî sêri qusurê meke, bîna cixara te ez dîn kiribûm. Te du rojan rocî girt, paşê  bi cîxare kişandinê weku te hefa wan du rojê andakîrî derxist. Tu rasti hêrsa min hatî…’’got.

Kalikê min ê nîvan: ‘’Dîno!’’ got, lê yê malê bersîv neda. Belkî jî, ji ber giranîya guhan, belkî jî xwe da nezanînê...

Piştê vekirina rocîyê û bi hatina çend cîranan sohbet disan giran giran germ bû.

Kalê kişîya jêrê tereng, bi dengikî bilindtir û bi heraret dest bi îbadeta xwe ya nîv mayî kir. Ew disan vegerîya destpêkê. Effa gunehê xwe ji xwadê xwast. Xuyabû ku Kalê weku her demê ji kiryarê xwe zu poşman bibû. Hersa Kalê zu heldihat, lê zu jî dadiket. 

Paşê Kalê wexta ferq kir hêrsa nîvîn daketîye bi dengikî nermik:

‘’Sebrî efendî tu jî pir qaronekî ...!’’

Kalê nîvan ‘’Wexirê merik ji birçibûyînê li manê digerî. Tu rocîyê sebeti xwe digirî, eger nikanî xwe zeft bikê megir!’’ got.

Duwarên odê bi cacimên rengîn hatibûn xemilandin. Tîna sobê digihêşti gîşt kuşikan. Îbrîqa avê li ser sobê dikelîya. Bi hatina kalikî dinê, Xalê Heyder sohbetikî nu ser Muavîya û Yêzît destpêkir.  Xale Heyder, ku weku dava vekilî, zêdetir kes nas dikir: ‘’ Di dema berê da hejmara Muavîya û Yêzît dihati zanîn. Îro hejmara însanan zêdetir bîye, loma Muavîya jî zedetirin. Em nizanin kî kîye, çend Muavîya hene? Ana cure curê Muavîya;  yên  bi zimbêl, bê zimbêl û nîv zimbêl li her derê tevdigerin. Xazî bikirina tişt weku berê rehettir bûna...’’ got. Kalê me bi gotina‘’Tew hew! Tu Muavîyan pirs dike...? Merikan rêça dê û bavê xwe dajon’’ Xalê Heyder tasdîq kir.

Tirs ketibû dilê Kalikê min ê nîvan. Wî qerara berdewam kirina rocîyê da. Evarê piştê şîvê çend loxme nan bi qêtik va xar. Ji wî wextê rocî destpêkirî bû. Ew Subenda zû rabû ser nîngan, cixare hati bîrê. Qeziya “qontrol kirina nefis’’ hati bîrê; çu ber qeftenga dêrî. Li hember, di navbêyna herdu tapên çîyê da tavê serê xwe bilind dikir. Giran giran tîrêja ro aviti ser gund. Kalikê minê nîvan destê xwe vekir ‘’Ya Ro helatê, Ya Hîv Û Ro ya Zerî, Ya Dûwana serê sibê!  Me berdestî meke, me muhtaci kesên zalim û bê vîcdan meke, Ji Muavîyan ra nalet. Ez car tin zimbêlê xwe kir nakim, Min ef bike…’’ got.

Îtîqata Kalikê nîvan  bi tirsa Muavîya , li hember şêytîn gurr bibû.

Îro yêkê ku şeytanan nas nakin, li ku dizanin tiştê rind çîye, Xwadê li kujan hêlê ye? Fend, dek  û dolabên şeytanan jî guherîye. Rindî û xirabî rastîya însanan e.  Lê hindik rêça dê û bavan dajon; hindik jî dê û bavê xwe bîr dikin , beşik ji wan tevli hêla dinê dibin.

Em disan vegerîyanê roja pêşin: şera rindi û xirabîyê berdewame...

Ev nûçe 8163 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din