Zimanê şaşomaşo

Zimanê şaşomaşo

Zinarê Xamo

A+A-

Zimanê şaşomaşo kurdî jî û edebiyata kurdî jî li ber çavê însanan reş dike

 
Di warê madî û manewî da hemû berhemên miletek dixuliqîne kultura wî miletî tîne meydanê.
Edebiyat jî di nava kultura miletekî da beşekî, şaxeke sinet ya gelkî muhîm e û ew jî ancax bi zimên çê dibe.
Ziman di nabêna însanan da wasiteyeke têkliyê û hevûdu fêmkrinê ye. Bi zimên em bi hev ra didin û distînin, ji hev fêm dikin, li hev guhdarî dikin û berhemên xwe yên madî û manewî wek mîratekê li pey xwe dihêlin...
Bêyî zimên em nikanin stranekê, çîrokekê, xemîşokekê, şiîrekê, romanekê, zargotin û edebiyatkê bixuliqînin.
Ziman edebiyatê û edebiyat jî zimên bi pêş dixe.
Edebiyat zimên bi pêş dixe, zengîn û pirreng dike, lê belê edebiyateke bi zimanekî tevlihev, şaşomaşo û bêserûber kane zirareke mezin jî bide zimên û zimanê miletekî bike şorbe û gêrmiya gavanan.
Heger edebiyat bi zimanekî standart çênebe, heger her edîbek, her nivîskarek, her rojnamevanek bi hawakî û dilê wî çawa bixwaze wer binivîse, ev yek di ziman û kultura wî miletî da dibe sebebê tevlihevîyê û xerabûneke mezin.
Bi xerabûna zimên ra di sinet, muzîk û edebiyata wî miletî da jî tevlihevî û têkçûn dest pê dike.
Yanî edebiyata ji dêlî ji zimên ra xizmetê bike û zimên bi pêş xe, kane bibe sebebê bêserûberiyê û xerakirina zimanê miletekî.
Gava ziman xera bibe nikane di nabêna însanan da wezîfa xwe ya danûstendinê û ji hev fêmkrinê baş bi cî bîne…
Yanî dema ziman xera bibe, bibe şorbe însan jî nikanin baş ji hev fêm bikin û ev yek jî di dawiyê da dibe sebebê însan ji wî zimanî sar bibin û hêdî hêdî dev jê berdin, pê nepeyivin û nenivîsin…
Çimkî gava ziman bersîva însanan ya manewî nede, têra hewcedariya însanan ya siyasî û întelektuelî neke, bivê nevê însan ji wî zimanî sar dibin û berê xwe didin fêrbûna zimanekî din.
Ev yek jî dibe destpêka mirina zimanekî.
Û dû ra jî mirina miletekî.
Ez kanim bibêjim kurmancî îro ketiye vê prosesê. Yanî hêdî hêdî berbî merinê ve diçe.
Û heger kurd li Kurdistana bakur di demeke kin da nebn xwedî statuyeke siyasî ya jî herî kêm mafê perwerdeya kurdî bi dest nexin pêşeroja zimanê kurdî(kurmancî û zazakî) tarî ye.
Ji alîkî da asîmîlasyona dewleta tirk û ji alîkî din da jî tevlihevî û tahrîbatên nivîskar û edîbên kurd û medyaya kurdî kurdan ji kurmancî sar dikin, dûr dixin, zimanê kurdî li ber çavê kurdan reş dikin.
Yanî edebiyata dibê zimên bi kurdan û xwendevanên kurd şîrîn bike, bide hezkirin, li ber çavê wan reş dike…
Hacetê ji karê meriv ra nebe, meriv nikanebe karê xwe wek meriv dixwaze pê bimeşîne, meriv wî hacetî ya davêje, ya jî diguhere û yekî hîn baştir bi dest xwe dixe...
Ziman jî wiha ye, gava têra kar û xebta meriv ya civakî, siyasî û întelektuelî neke, di danûstenê da, di xuliqandinê da, di warê xwe îfadekirnê da zeîf bimîne ya jî bibe sebebê hin gelşan, însan dev ji wî zimanî berdidin.
Û gava miletekî dev ji zimanê xwe berda û bi zimanekî din peyivî, bi zimanekî din xuliqand, bi zimanekî din berhemên edebî nivîsî û bi zimenekî din muzîk çêkir, êdî ew ziman zimanekî mirî ye û ew milet jî mahkûmî mirinê ye.
Felek jî nikane wî zimanî û wî miletî ji mirin û wendabûnê xelas bike…
Edebiyat neynika hêza manewî ya miletekî ye. Xurtî û zeîfiya miletekî girêdayî xurtî û zeîfiya edebiyata wî miletî ye.
Miletê xwedî edebiyateke tekûz û xurt, di eynî wextê da xwedî zimanekî mezin, zengîn û xurt e jî...
Çimkî tiştê kultura miletekî ya giştî tîne meydanê û li ser nigan dihêle ziman û edebiyata, folklor e.
Sinet, folklor, edebiyat, muzîk, ilim, felsefe, tarîx yanî hemû tiştên miletekî dike milet û ji miletên din cuda dike bi zimên çê dibin.
Em her tiştî bi zimên dinivîsin û ji nifşên din ra dihêlin.
Lema jî meriv kane bibêje parastin û standardîzekirina zimên parastina hebûna miletekî ye.
Gava ziman wenda bibe milet jî wenda dibe û dibe tiştekî din, dibe mensûbê kultur û zimanekî din.
Malzemeya edebiyatê ziman e.
Roman, çîrok, şiîr, destan, piyes, welhasilî kelam hemû beş û şaxên edebiyatê bi zimên tê kirin.
Muzîk bi zimên tê kirin.
Lema jî ziman tunebe edebiyata miletekî jî tuneye, muzîka wî jî tuneye, zargotina wî jî tuneye.
Ziman edebiyatê, edebiyat jî zimên xwedî dike.
Bi saya zimnên edebiyat bi pêş dikeve, zengîn dibe û bi vê zengîniyê ra xezîneya zimanê miletekî zengîn dike.
Lê gava ziman were xerakirin, yanî gava ronakbîr, nivîskar û edîbên miletekî di warê îmla û gramerê da guh nedin rastnivîsînê, gava ji sentaksa zimanê xwe bêhay bin ji karê bêtir zirarê didin wî zimanî.
Bi dîtina min îro gelek nivîskar, rojnamevan û edîb bêyî ku haya wan jê hebe zirareke mezin didin kurmancî, kurmancî li ber çavê kurdan û xwendevanên kurdî reş dikin.
Ez naxwazim li vir navan û numûneyan bidim.
Di malperên kurdî da, di kovar û berhemên edebî yên kurmancî da numûne pir û pir in.
Di medyaya sosyal da hin kes hin caran numûneyan ji şaşiyên pir fahş nîşan didin û rexne dikin.
Em miletekî bindest in, me kesî mekteb, mederse nexwendiye, her kes kurdî bi îmkanên xwe fêr bûye.
Yanî pir normal e nivîskar kurdî baş nizanibin û di warê, gramerê, îmlayê û sentaksê da şaşiyan bikin.
Em wek milet di bin çerxeke asîmîlasyonê ya mezin da ne, înternetê û medyaya sosyal tesîra asîmîlasyona li ser me girantir kiriye.
Lema jî pir normal e zimanê gelek nivîskarî xera bibe û têkeve bin tesîra tirkî ya jî erebî û zimanên din.
Û ji ber vê ye jî zimanê gelek nivîskarî û rojnamevanî ne gelkî xerab û tevlihev e…
Lê di vir da wezîfeyeke mezin dikeve ser milê weşanxaneyan.
Gerek weşanxane her berhema kurdî diweşîne bi kesên kurmancî baş zanin bidin redektekirin.
Eynî tiştî dibê telewîzyon û malperên kurdî yên xeberan jî bikin. Gerek redaktorên wan jî hebin.
Dibê tu berhem bi şiklê nivîskar nivîsîye, ew nivîskar kî dibe bira bibe ebeden neyê weşandin.
Her nivîskar ne zimanzan e, îmla û gramerê, sentaksa kurmancî baş nizane, gelekên wan li gorî sentaksa tirkî û erebî dinivîsin.
Erê gotin kurmacî ye, lê belê hevoksazî ne kurmancî ye. Lema jî meriv ji nivîsê û cumleyê fêm nake.
Li Swêd jî tu berhem bêyî redektekirin nayê weşandin.
Ev yek li her dera dinyayê wiha ye.
Lema jî dibê weşanxaneyên kurdî vê meselê pir cidî bigrin û sûc nekin hustuyê nivîskaran tenê.
Bi baweriya min sûcê nivîskar qet tuneye, wî li gorî zanîna xwe nivîsî ye, kes bi qestî şaş nanivîse.
Gerek weşanxane tu carî wê malzemeya xam neweşîne, dibê miheqeq bi redaktorekî bi rastî bi kurdî zane bide rastkirin.
Bi weşandina kitêbên kurdî bêguman weşanxaneyên kurdî ji ziman, edebiyat û tarîxa kurdî ra, ji miletê kurd ra xizmeteke pir mezin dikin, ez spasî hemûyan dikim, mala hemûyan hezar carî ava be.
Lê belê weşandina berhemên tije şaşîyên rastnivîsê û sentaksê(hevoksaziyê) ji zimên ra ne xizmet e zirar e, dibe sebebê xerabûna kurmancî û dilsariya xwendevanan ji kurdî û ji berhemên bi kurmancî…
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin