Zimanê Kurdî li amûra tomografiyê bar kirin

Zimanê Kurdî li amûra tomografiyê bar kirin

Li Bakurê Kurdistanê bajarê Amedê li nexweşxaneyeke taybet, zimanê Kurdî li ser amûra komputerî ya tomografiyê hat zêdekirin.

A+A-

Li nexweşxaneyeke taybet a li navçeya Rezan a Amedê, ji bo nexweşên Kurd, zimanê Kurdî li ser amûrê tomografiyê hat zêdekirin.

 

Berpirsên nexweşxaneyê diyar dikin ku bi zêdekirina zimanê Kurdî li ser cîhazê, dikarin bi nexweşên ku zimanê Tirkî nizanin, têkevin têkiliyê û bi taybetî jî nexweşên ku ji Başûrê Kurdistanê ji bo tedawiyê diçin Amedê.

 

Pisporê Radyolojî û Radyodîagnostîk Dr. Oguz Kirpik diyar dike ku dema nexweş dikevin nav cîhazê, dikarin bi zimanê Kurdî bi nexweşan re têkevin têkiliyê dibêje pirsgirêk dernakeve pêşiya nexweşan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin