Zimanê Kurdî bi saya înternetê geş dibe

Zimanê Kurdî bi saya înternetê geş dibe

Înternetê wiha kirîye ku niha Kurd bi ser wan astengîyan de biserbikevin û bi zimanê xwe li ser înternetê zanyarîyan werbigrin û bi saya wê yekê li seranserê cîhanê ferbûna Kurdî zêde bûye.

A+A-

 

Tevî ku li hinek welatan astengıyön cidî li ber zimanê Kurdî hene, lê bi saya înternetê zimanê Kurdî di vejînê de ye û beşeke ji wê peywendî bi wikipedia û ferhengên online ve hene.

Bi milyonan Kurd li seranserê cîhanê dijîn, lê tenê çend milyon li Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê bi azadî dikarin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Li Tirkîye, Îran û Sûrîyê bi dehan salan e rêgirî li ber bikaranîna zimanê Kurdî tê kirin.

Çend zaravayên Kurdî hene; Kurmancî li Bakur, Başûr, rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, Soranî li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê tê bikaranîn. Zazakî piranî li Bakurê Kurdistanê tê bikaranîn. Kurmancî bi piranî bi tîpên latînî tê nivîstin û soranî bi tîpên erebî. Piranîya kurdan li seranserî cîhanê bi kurmancî diaxivin.

Înternetê wiha kirîye ku niha Kurd bi ser wan astengîyan de biserbikevin û bi zimanê xwe li ser înternetê zanyarîyan werbigrin û bi saya wê yekê li seranserê cîhanê ferbûna Kurdî zêde bûye.

Wîkîpedîya beşek ji platfoma Wîkîmediayê ye projeyeke navneteyî ye , derfeteke girîng e ji bo pêşdexistina zimanan. Mirovên ku dixwazin zimanê Kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpedîyayê de alîkarîya zimanê Kurdî bikin.

Niha di wîkîpedîyayê de bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Zazakî heye, lê tenê bo beşa Kurmancî Wîkîferheng heye. Bi saya wê malperê bikarhênerên dikarin bi zimanê xwe lêkolînan bike û xwe bigihînin xizmetguzarîyan.

Rûdawê peywendî ligel yekek li nav wan kesen kirîye ku bûye alîkar bi milyonan Kurd bikarin sûd ji wîkîpedia û wikîferhengê werbgirin.

Wî kesî xwe weke “bikarhêner” nasand û bi awayekî nehênî kar li ser vejinadina zimanê Kurdî li Wîkîpedîyayê dike. Ew kes xelkê Bakurê Kurdistanê ye ji ber tirsa girtina wî heye nexwest navê wî were eşkerekirin.

Wîkîferheng

Ew bikarhêner dibêje ku Wîkîferheng ferhengeke azad e, û ferhengeke kurdî - kurdî, bîyanî - kurdî ye û beşek e ji ‘Wiktionary’ya navneteweyî.

Projeya Wîkîferhengê bi zimanê kurdî di 2ê Gulanê ya 2004an de hatîye avakirin. Vê gavê hejmara rûpelên wê 817.809 e.

Kurdî di nava zimanên di Wiktionary de bi hejmara peyvên lê barkirî, di rêza 9an de ye. Heta niha bi 811 hezar û 806 peyvan ew bi gelekî li pêşîya Tirkî, Farsî û Erebî ye. Niha hedefa Wîkîferheng "Milyonek peyvên Kurdî" ye. Ger bigihîjin hedefa xwe di nav zimanên dinyayê de ew dê bibin 5emîn zimanê aktif.

Wîkîferheng wekî projeyeke temamker a Wîkîpedîyayê hatîye ravekiri, lê ne wekî ferhengên ku tên zanîn e. Mebesta wê ne tenê wateya peyvan e, bi wateya peyvan re rêziman, etîmolojî, şîrove, xwendin, hevwate û peyvên nêzik hebe. Gelek ji rûpelên ferhengê bi wêne û nimûneyan hatine xemilandin da ku têgihiştin hêsantir be. Li dawîyê jî wergera peyva kurdî bi gelek zimanan tê dayîn.

Ew ferheng bi Kurmancî ye lê tê de peyvên bi zaravayên din jî cih digirin. Alfabeya serekî ya ferhengê Kurdîya latînî ye, lê kurdîya bi alfabeya aramî anku erebî jî cih digire.

Wîkîferheng wekî projeyên din ên Weqfa Wîkîmedyayê, "wîkî"yek e. Tiştê herî balkêş ya vê ferhengê ew e ku xwendevan bi xwe dikarin peyvan lê zêde bikin an jî guherandinan bikin.

Kurmancî berbelavtirîn zerevaya Kurdî ye, di warê bikaranîn de nêzîkî 20 milyon kes kar bi Kurmancî dikin û piranîya wan li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê dijîn.

Li gor lêkolîneke navendekê li Amedê, ji sedî 18ê Kurdan dikarin hem bi Kurdî biaxivin û hem bixwînin û binivisînin. Ji sedî 26 dikarin biaxvin lê nikarin bixwînin. Ji sedî 24,5 fêm dikin, lê nikarin biaxivin. Ji sedî 14 hinek fêm dikin yan jî bi ti awayî ji Kurdî fêm nakin.

Li gor daneyên Wîkîmedyayê 5 admînên Wîkîferheng ên beşa Kurmancî û 7 hezar û 948 bikarhênerên wê hene.

“Bikarhêner” ji Rûdawê re got: “Mebest ji bikarhênerên ew e ku gelek çalak be û di heyama 30 rojên borîd bi awayeke berdewam beşdarî ferhengê bibe. Armanca malperên  Wîkîmedyayê qezenca madî nîne. Hinek wisa dizanin ku em bi pere kar dikin, lê ne wisa ye.

Di heyama 20 rojê borî de zêdeyî 650 hezar kesan serdana ferhanga online kirine. Ji meha Çileya 2020an ve zêdeyî 7,4 milyon caran serdana wê hate kirin. Ji heyama çalak ve bûye 86 milyon caran hate temaşekirin.

Wîkîpedîya

Wîkîpedîya jî, ensîklopedîyeke azad e û bi zimanê Kurdî jî heye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê Kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpedîyayê de alîkarîya zimanê kurdî bikin.

Di Wîkîpedîyayê de zarevanên Kurmancî, Soranî û Zazakî hene. Di beşa kurmancî de zêdetir ji 30 hezar babet hene, li beşa soranî nêzîkî 26 hezar û 500 babet û li beşa Zazakî nêzîkî 25 hezar babetan hene.

“Bikahêner” daxwaz ji Kurdan dike ku beşa Kurdî ya Wîkîmedyayê bihêztir bikin û dibêje: “Ji bo Kurd sûdê ji wîkîpedyayê werbigirn divê zanyarî lê bêne barkirin. Em daxwaz dikin Kurd zêdetir eleqê pê bidin û zêdetir zanyarîyan bar bikin.”

Xwedîyê Weşanxaneya Sîtavê Qahîr Bateyî ji Rûdawê re dîyar kir ku ew kêfxweş e ku zimanê Kurdî di platfomên dijîtal de pêşde diçe  û got: “Zimanê me dîyar dike ku çanda me bi çend dewlemend û kevnar e.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin