Zelensky: Rûsya hewl dide tawanên xwe veşêre

Zelensky: Rûsya hewl dide tawanên xwe veşêre

.

A+A-

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky îdîa dike Rûsyayê tawanê şer li Ukraynayê kiriye û hewl dide tawanên şer veşêre. Herwiha Zelensky diyar kir hemû tiştekî dikin bo eşkerekirina nasnameya wan kesên nav artêşa Rûsyayê ku ji wan kiryaran berpirs bûne û cezakirina wan.

Roja Duşemê 4ê Nîsana 2022ê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di gotareke vîdeoyî de got “Bi hevbeşiya ligel Yekîtiya Ewropa û saziyên navdewletî bi taybetî ligel Dadgeha Tawanan a Navdewletî kar dikin daku lêkolînê li ser egera pêkanîna tawanê şer ji aliyê Rûsyayê ve bikin. Lewra niha Rûsya hewl dide tawanên xwe veşêre.”

Serokê Ukreaynayê, Rûsya bi pêkanîna kiryarên hovane tohmetbar dike û dibêje, welatî wî xwe ji bersivdana wan kiryarên Rûsyayê re amade dike. Herwiha dibêje, artêşa Rûsyayê li navçeyên Donbass û Kharkivê hejmareke berçav serbaz û kelûpelên serbazî kom kirine û ev jî pêşan dide ku ew cezayên li ser Rûsyayê hatine ferzkirin têr nakin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky dibêje “Zanyariyên me hene ku dibe hejmara qurbaniyên destê dagîrkeran li bajarê Borodyanka û hejmarek bajarên din zêdetir be. Li hejmareke zêde ya wan gundên derdora Kiev, Chernihiv û Sumy hatine azadkirin, dagîrkeran çend kiryar kirine ku niştecihên wan cihan herwiha di dema dagîrkeriya Naziyan de berî 80 salî jî nedîtine.”

Li aliyê din roja Duşemê 4ê Nîsana 2022ê Balyozê Rûsyayê li Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî Vasily Nebenzya ragihand ku tohmetên Ukraynayê “çêkirî” ne û got, armanc ji wan îdiayan têkdana navê artêşa Rûsyayê û pêşandana wê bi awayekî “nemirovane” ye.

Piştî vekişîna serbazên Rûsyayê ji derdora Kyivê, hejmarek term ku cilên sivîl li ber wan bûn, li ser cadeyên wan navçeyan û bi taybet jî li bajarê Bucha hatin dîtin ku hinek destê wan ji paş ve hatibû girêdan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin