Zelensky: Leşkerên Rûsî Serokê Şaredariya Melitopolê revandin

Zelensky: Leşkerên Rûsî Serokê Şaredariya Melitopolê revandin

.

A+A-

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky diyar kir, leşkerên Rûsî Serokê Şaredariya Melitopolê ya Ukraynayê ku dikeve başûrê wî welatî revandine.

Li gor Parlamentoya Ukraynayê derbarê revandina Serokê Şaredariya Melitopolê Ivan Fedorov de da zanîn, ji ber ew li dijî hatina Rûsyayê û alîkarî ligel wan nekiriye, hatiye revandin.

Herwiha Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky jî eşkere kir, ev tê wê wateyê ku xelkê Ukraynayê hebûna Rûsyayê li ser axa xwe qebûl nakin.

Zelensky di derbarê mijarê de destnîşan kir: “Îro li Melitopolê dagîrkeran Serokê Şaredariyê Ivan Fedorov revandin. Wî bi lehengî berevanî li Ukrayna û xelkê wê kir. Ev nîşana lawazbûna dagîrkeran e. Tu kesî li vir alîkariya wan nekir. Çend sal in ew dibêjin xelkê Ukraynayê li benda Rûsyayê ne. Ev yek ne tenê tawan e dijî kesekî yan dijî civaka Ukraynayê, herwiha ew tawan e dijî demokrasiyê bi giştî. Ev kiryarên Rûsyayê wek kiryarên teroristên DAIŞê ne.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin