Zelandaya Nû leşkerên xwe ji Îraqê vedikişîne

Zelandaya Nû leşkerên xwe ji Îraqê vedikişîne

Serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardern diyar kir ku ew dê hemû leşkerên xwe yên li Îraqê heta dawîya Hezîranê 2020an vekişînin.

A+A-

Serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardern diyar kir ku ew dê hemû leşkerên xwe yên li Îraqê heta dawîya Hezîranê 2020an vekişînin.

Ardern da zanîn ku leşkerên Zelandaya Nû rayedarên ewlekariyê yên Îraqê dijî DAIŞê perwerde kirine û karê wan hindik maye.

Zelandaya Nû di sala 2015an de zêdetirî 100 leşkerî şandibûn Îraqê. Leşkerên Zelandaya Nû bi pêşengîya Amerîka li Bingeha Tacî ya nêzîkî Bexdayê diman.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin