Zelanda Nû mafê penaberîyê dide nivîskarê Kurdê Behroz Buçanî

Zelanda Nû mafê penaberîyê dide nivîskarê Kurdê Behroz Buçanî

Desthelatdarên Zelanda Nûyê ragehandin, Rewşa Penaberîyê li Nîwzlenda dane nivîskarê Kurd yê Rojhelata Kurdistanê Behroz Buçanî, ku di ordîgehekê de, li giraveka beranber beravên Ûstiralyayê, bo dema 6 salan hatibû desteserkirin.

A+A-

Buçanî, berî 8 mehan gehiştibû Zelanda Nû da ku behsa mihercaneka Toreyî bike, herçende vîza serdana wî temam bibû, lê ew li herêma Kiraysçêrç ma.

Ajansa Royterz ji zardevê rêvebera xizmetên koç û koçberan li rêveberîya koçberên Zelanda Nûyê, Fîyona Waytrîdc veguhaztîye, Îtiraf bi Buçanî hat kirin wek penaber li gor rêkkevtina 1951 a girêdayî bi rewşa penaberan û pirotokola wê ya sala 1967.

Waytrêdc got jî: Bi sedemên girêdayî bi yasa û taybetmendîyê, rêveberîya koçberan li Nîyozlende nekare ti zanyarîyên din bide.

Buçanî, yekser bersiva wan nameyan neda ku dixwaztin axivtinekê li ser evê yekê bike, lê demek berê, li gel rojnameya Gardîyan axivtibû û gotibû: Ez gelek dilxweşim ku li beranber hebûna hinek yeqînê derbarê ayêndeya min û di dawîyê de hest bi tenahîyê û aramîyê dikim.

Buçanî li sala 2013yê li girava Manûs li Babwa Gînya ya nû hate desteserkirin dema bi belemeka penaberan berv Ûstiralya diçû li sala 2013.

Buçanî rexnevanekê dîyar bû li yasa ya tund a koçberîyê li Ûstiralya birexneyên xwe li reftarên desthelatê li gel kesên daxaza penaberîyê dikin,

Geşta xwe û kawdanên desteserkirina xwe di pirtûkekê de nivîsandin bi navê, (Ti Heval Nîne Ji Bilî Çîyayan), ku li ser telefona xwe nivîsî bû û bi rêya Watsapê hat şandin bo weşankarekê Ûstiralya.

Nivîskar Bocanî, bi wê pertûkê, yek ji baştirîn xelatên toreyî yên ev sal bi dest xwe ve hîna li Ûstiralya.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin