Zêdan Asî: Êrîşên bi dronan yên Tirkiyê piştî Lûtkeya Tehranê zêde bûne

Zêdan Asî: Êrîşên bi dronan yên Tirkiyê piştî Lûtkeya Tehranê zêde bûne

.

A+A-

 Zêdebûna topbaranê û êrîşên bi dornan ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakur û bakurê Rojhilatê Sûriyê, bêhtir piştî bidawîbûna lûtkeya sêalî ya Tehranê bû,

Hevserokê Desteya Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser Zêdan el-Asî ji medyaya ser bi Rêveberiya Xwser re ragihandiye, bikaranîna dronan ji aliyê Tirkiyê ji destpêkê ve, berdewam e, lê piştî lûtkeya Tehranê, li navçeyên sivîlan û niştecîbûnê û li dijî leşkeran û karmendên Rêveberiya Xweser, gelekî zêde bûye.

Hevserokê Desteya Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser Zêdan el-Asî got "Di destpêkê de bikaranîna dronan ji aliyê dagîrketiya Tirkiyê ve, di rastiyê de di salên dawî de qut nebûye, gefên wê berdewam in lê ewa ku me têbînî kir di rojêîn borî de bi taybetî piştî lutkeya Tehranê, bikaranîna dronan zêde bûye, li dijî sivîlan û navçeyên niştecîbûnê, li dijî leşkeran û karmendên Rêveberiya Bakur û Rojhilayê Sûriyê hatiye bikaranîn.

Tirkiyê heta dikare û bi çi awayekî be hewl dide, çi bi dronan yan jî çekên giran, ku bi awayekî rojane hawin û topavêjan li piraniya xalên HSD û hêzên rejîmê yê li ser hêla rûbirûbûnê ji Til Rifeet û heya Til Temirê bikar tîne.

Tê xuyakirin ku Tirkiyê erêkirin û tişta ku wê dixwest ji lûtkeya Tehranê wernegirt, ji ber vê yekê bi awayekî tund dest bi bikaranîna dronan kir û armanca wê aloztirkirina rewşê û nearamî ye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Armanca wê jî zindîkirina grûpên Îslamî weke DAIŞê da ku çalak bibin û wan han bide ku kiryarên terorîstî li nava Rêveberiya Xweser encam bidin, weke ku me di dema dawiyê de têbînî kir ku li navçeyên rojhilat çalakiyên DAIŞê çalaktir bûye."

Berpirsê Rêxistina Asûrî ya Demokrat li Hesekê û Xabûr, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ev rewşa aloz li ser hemû pêkhateyên deverê metirsîdar e, û ji ber ku gelek xelkên pêkhateya Aşûrî-Siryanî li navçeya Xabûr hene, êdî bi sedema êrîşan neçar in derbider û koçber bibin.

Berpirsê Rêxistina Asûrî ya Demokrat li Hesekê û Xabûrê Nebîl Oşana dibêje "Em dibînin piştî lûtkeya sêalî di navbera Rûsya, Îran û Turkiye, herwiha piştî hevahengiyê di navbera artêşa Sûrî û HSDê de, û belavbûna artêşa Sûrî li hin navçeyan, topbaran bêhtir bûye, vê yekê jî azarkêşiya xelkên navçeyê bêhtrir kir, bi taybetî gelê me yê Siryanî û Aşûrî ku bû sedema koçberkirina wî, ji navçe û gundên wî… Ev jî dibe sedema valakirina Xabûr ji gelê me yê Siryanî-Asûrî."

Rêveberiya Xweser û HSDê, wiha jî gelek çavdêr dibînin ku, Turkiyê li Lûtkeya Tehranê, erêkirina encamdana operasyoneke leşkerî li ser wan navçeya, ji Rûsya û Îranê wernegirt,  êdî hewl dide bi rêya topbarana ji dûr û dronan rewşê aloztir bike û aramiyê têk bide.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin