ZDF: Li girtîgehên Tirkiye işkenceyen giran tên kirin

ZDF: Li girtîgehên Tirkiye işkenceyen giran tên kirin

Ligor lêkolînên televizyona ZDF a Almanî, li girtîgehên Tirkiye işkenceyên giran li girtiyên siyasî tên kirin. Di bernameya Frontal 21 a telewizyona ZDF de, hevpeyvînên ligel 2 girtiyan bi navên Tolga û Alî cih girtine,

A+A-

Ali û Tolga di bernameyê de tînin ziman ku, “gava li derve digeriyan ji alî kesên nenas ve şuwal li serê wan hatiye pêcan û hatine revandin. Gava çavên xwe vekirine, di girtîgehê de bûne û ji wan hatiye xwestin navên endamên Cemaeta Gulanê bidin. Dema anîne zimên ku, ew kesên wiha nas nakin, işkenceyên giran li wan hatine kirin”.

Di bernameya Frontal21ê de herwiha tê gotin ku, berê jî gelek caran Rêxistina Navneteweyî ya Çavnêriya Mafên Mirovan (HRW) bi belge rastiya işkenceyan li girtîgehên Tirkiye eşkere kiriye.

Berpirsiyarê HRWya Almanyayê Wenzel Michalski diyar dike ku: “Li girtîgehên Tirkiye bi awayekî sistematîk işkence tê pêkanîn”.

ZDFê li ser bûyerê pirs ji berpirsiyarên Enqereyê kirine, lê ti bersivek wernegirtine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin