Zaxarova: Li deverên bin desthilata HSDê liv û tevgerên DAIŞê zêde bûne

Zaxarova: Li deverên bin desthilata HSDê liv û tevgerên DAIŞê zêde bûne

.

A+A-

Rûsya li hember liv û tevgerên çekdarên DAIŞê yên  li hinek deverên Sûriyê, nîgeraniya xwe nîşan da.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand; "liv û tevgerên şaneyên razayî yên DAIŞê û kiryarên wan li rojhilat û naverasta Sûriyê, bi taybetî li deverên bin desthilata îdareya Kurdî li rojhilatê Feratê, nîgeraniyeke mezin li cem Rûsyayê çêkiriye".

Mariya Zaxarova diyar kir: “Raportên rojane ji me re tên û wê yekê nîşan didin ku êrîşên terorîstan bi ser yekeyên artêşê û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û yekeyên Kurdî ne.”

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê hêviya xwe anî ziman ku lijneya dariştina destûra Sûriyê ya li Cinêvê, heta dawiya vê hemê bicive û danûstandinên li ser destûra Sûriyê dest pê bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin