"Zarokên Kurd dê bi derew û xapandinê dest bi xwendinê bikin"

"Zarokên Kurd dê bi derew û xapandinê dest bi xwendinê bikin"

HAKPAR, bi sedema destpêka sala nu a perwerdê daxuyanyek derxist

A+A-

Di beşêk daxuyanîyê de dibêje;

"Sala nû a perwerde û hînkarîyê destpê dike.. Nêzîkê 18 milyon xwendevan wê herin dibistanan.Ji van bi sedan hezarê wan bi eslê xwe ne Turk in. Kurd, Ermen, Rum, Laz, Boşnak û Erebin, yan jî, ji eqalîyetên curbecurun.

Bi sed hezaran zarokên Kurd sitûxwar wê herin dibistanan. Li dibistanên Kurdistanê, babeta dersê wanê yekem, bêguman wê ”Ez Turk im” be.”Turk im, rastim, Zirek im”. Paşî wê bi wan bidin jiberkirin ku: dibêjin ”Hebûna min bila fidayê hebûna Turkayetî be” û piştre ji, bi hezaran car hevoka” Yên herî serfiraz ewin ku dibêjin em Turk in.” dubare bikin.Yanî zarokên Kurd wê derewan û xapandinê dest bi xwendinê bikin.

Perwerde û hînkarî divê bi zimanê zikmakî be. Ew dewletên ku vî mafİ derdest dikin ew demokrat nayên hesab kirin.Demokrat ew kesin ku parezgar û piştevanê perwerdeya bi zimanê dayikin.Divê ev heqê sereke û xwezahî ku bi salanê ji Kurdan hatîye xesp kirin û dizîn,bi paşve were dayîn.

Zimanê Kurda hebûna Kurdaye. Eger hebûna Kurda bi fermî hatibe qebûl kirin divê zimanê Kurdî jî bibe zimanek fermi û bibe zimanê hînkarî û perwerdekarîyê. Ew maf û berjewendîyên Kurdan ku do hatibun xesp kirin û îro serbest jîyana xwe didomînin, lazime bikevin bin ewlekarîya destura gişti û zagonan.

Lazime di vê sala nu a perwerdeyê de, dê û babên Kurd cehd bikin ku bi zarokên xwe dersên Kurdî a Bijarte bidin bijartin. Helbet ev yek , bêsiudiyek mezine ku mirov zimanê xwe di hînkarîyê de, beramber bi zimanek biyanî bibjêre. Lê ev jî di mercên îro de, keys û fesaleke di rêya jiyandin û fêrbuyîna zimanê Kurdî de.
Ji perwerdeya nijatperest, şoven û asimilasyonist re bibêjin na."
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin