Zarokên Amedê li ser mafên xwe çîrok nivîsîne

Zarokên Amedê li ser mafên xwe çîrok nivîsîne

Di 30 salîya roja qebûlkirina Hevpeymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî de zarokan li Amedê bi çîrokan behsa mafên xwe kirine.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di 30 salîya roja qebûlkirina Hevpeymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî de zarokan li Amedê bi çîrokan behsa mafên xwe kirine.

Neteweyên Yekbûyî hevpeymana navborî 20ê Çirîya Paşîyê(meha 11.) a 1989ê qebûl kiribû.

Komeleya Koçberî û Wekfa Piştgirîya Însanî çîrokên zarokan nivîsîn û wêneyên wan xêz kirîn wek kitêbekê amade kirîye.

Pêşgotina kitêbê ev e:

“Pirtûka me ya bi navê “Çîrokên bi wêne yên der barê Mafê Zarokan de” bi piştgirîya “Bernameya Piştgirîya Biçûk” a Mîkro-Fonê di bin pêşengîya Komeleya Koçberî û Wekfa Piştgirîya Însanî de hatîye amadekirin. Em bi vê projeya xwe dixwazin bandoreke erênî li polîtîkayên civakî yên di der barê mafên zarokan de bikin, hestîyareke civakî ji bo mafên zarokan û ji bo komên di bin xeternakande ne bi afirînin ku Peymana Mafê Zarokan li her derî bê şêk û bêguman bikeve merîyetê. Piştîgirî dana xebatên der barê geşkirin û bihêzkirina mafên zarokan ji bo civakeke demokratîk xaleke jêneger û jîyanî ye.

Bîst zarok, keda çar meh û nîvan

“Çareserkirina astengîyên ku zarok di nava civakê de pê re rû bi rû dimînin bi perwerdehîyên takekesî, bi têkilî û danûstendinên yek bi yek û bi afirandina hestîyarîyeke haylêbûnê pêkane. Ev proje bi tevilbûna bîst zarokan di çar meh û nîv de taman bûye. Di çarçoveya projeyê de xebatên atolye yên drama, huner û çîrokan hatine lidarxistin.

“Wêne û çîrokên ku di pirtûkê de cih digrin hemû berhemên xeyalên zarokan in. Ji bo sererastkirinê be jî me qet dest nedaye. Em ji zarokên beşdar bûn û keda xwe dan re spas dikin.”

Çavkanî: Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin