Zankoya Soran û Zankoya La Sapienza Romayê dest bi hevkarîyê dikin

Zankoya Soran û Zankoya La Sapienza Romayê dest bi hevkarîyê dikin

Zankoya Sornaê ya Herêma Kurdistanê bi armanca bihêzkirina peywendîyên akademik û navdewletî ligel zankoya La Sapienzayê ya Romayê dest bi hemahengi û hevkarîyê kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rektorê Zankoya Soranê Dr. Muslih Mistefa ji BasNewsê ra axivî û got: “Bi armanca bihêzkirin û geşepêdana peywendîyên akademîk di warê navdewletî û vekirina derîyên nû bo pêşvebirina karmend, xwendekarên zankoyê min roja sêşemê 12/11/2019an li ser daxwaza Zankoya La Sapienzayê ligel cîgirên xwe serdana bajarê Roma yê Îtalyayê kir û me civînên serkeftî me encam dan.”

Herwiha Muslih Mistefa got; “Biryar wiha ye di sala nû de bi armanca bername û planên ku em rêkeftibûn şandeka Zankoya La Sapienzayê jî serdana Zankoya Soranê bike. Mijarên em li ser rêkeftine wiha ne; pêkanîna konferansên hevbeş, vekirina beşên zanistî, encamdana lêkolînên hevbeş, guherîna karmend û xwendekaran, dayîna bawernameyên hevbeş yên herdu zankoyan bo xwendekaran, bihêzkirina peywendîyan di asteka bihêz û bilind.”

Zankoya La Sapienza yek ji zankoya herî baş a cîhanê ye û herwiha yek ji kevntirîn zankoya Îtalyayê ye. Di sala 1303an hatîye avakirin. Heta niha di gelek waran da xelat standîye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin