Zanîngeha Torontoyê li Kanadayê kursa Ziman û Edebîyata Kurdî vedike

Zanîngeha Torontoyê li Kanadayê kursa Ziman û Edebîyata Kurdî vedike

Zanîngeha Torontoyê ya li Kanadayê, bo xwendekarên xwe kursa Ziman û Edebîyata Kurdî saz dike.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Prof. Jaffer Sheyholislamî (Ceifer Şêyxûlîslamî) ji Rûdawê re ragihand ku li Beşa Şaristanîyên Rojhilata Navîn û Nêzîk li Zanîngeha Torontoyê dê di navbera 4ê Gulan û 15ê Hezîrana 2020an de, dersa Ziman û Edebîyata Kurdî bide.

Sheyholislamî dîyar kir, ku kurs ji alîyê rêveberîya zanîngehê ve hatîye amadekirin û ders dê bi zimanî îngilîzî bin û wiha pê de çû: “Piştî ku Rêveberîya Zanîngeha Torontoyê dît ku eleqeyek baş ji bo mijarên derbarê Kurd û Kurdistanê de û konferansa ji bo bibîranîna nivîskarê Kurd Amir Hassanpour a di sala 2018an de heye, ez bo pêşkeşkirina dersa Ziman û Edebîyata Kurdî vexwendim zanîngehê. Rêveberîya Zanîngehê ji min xwest ku ez kursa Ziman û Edebîyata Kurdî saz bikim.”

Bi gotina Sheyholislamî plana kursê ji bo carekê tenê hate amadekirin, lê eger beşdarîyek û eleqeyeke baş bo Ziman û Edebîyata Kurdî hebe, kurs dê berdewam hebin.

Sheyholislamî da zanîn ku cara yekemîn e, li Bakurê Amerîkayê zanîngehek kurseke bi vî awayî saz dike û got: “Zanîngeha Torontoyê yek ji navtirîn zanîngehên cîhanê ye, lewma serkevtina kursê gelek girîng e. Eger ev kurs bi awayeke serkevtî bi qede, dê kursên nû jî vebin. Herwiha dibe ku lêkolînên Kurdî jî were destpêkirin. Rêveberîya Zanîngehê girîngîyê bi daxwaz û eleqeyê dide.”

Mamosteyê zanîngehê, herwiha eşkere kir ku mebest ji kursê ne fêrkirina zimanê Kurdî ye, lê ew dixwazin derbarê çand, edebîyat û dîroka Kurd û Kurdistanê de zanyarîyên rast bidin.

Xwendekarên li zanîngehên din jî dikarin beşdarî kursê bibin.

Mihemed Emin Demir-Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin