Zanayê atomî yê Kurd hate îdamkirin

Zanayê atomî yê Kurd hate îdamkirin

Zanayê atomî yê Kurdê Rojhilatê Kurdistanê Şehram Emîrî ku berê di Ajansa Atomî ya Îranê de kar dikir, ji aliyê hikûmeta Îranê ve hate sêdaredan.

A+A-

Zanayê atomî yê Kurdê Rojhilatê Kurdistanê Şehram Emîrî ku berê di Ajansa Atomî ya Îranê de kar dikir, ji aliyê hikûmeta Îranê ve hate sêdaredan.  

Şehram Emîrî di dema serdana xwe ya Hecê de di Gulana 2009ê de wenda bibû. Di Hezîrana 2010ê de li Amerîkayê derket û ew şandine Îranê.  

Di dema vegera Emîrî de hejmarek berpirsên Îranî li firokexaneyê pêşwaziya wî kirin. Lê piştî demek kurt hate girtin.

Piştî ku 20 mehan di girtîgehê de ma, ji aliyê dagehên Îranê ve 10 sal cezayê zîndanê jê re hate birîn û ew şandine parêzgeha Belûcîstanê.

Malbata Şehram Emîrî dibêjin çarşema borî wate roja 3ê Tebaxê ew li cihekê nediyar hatiye sêdaredan.

Dayika Emîrî jî agahiya îdamkirinê pitrastkiriye û ragihandiye ku di dema sêdaredanê de ew dîtine û termê wî li Kirmanşanê veşartine.

Şehram Emîrî karnasê fîzîka atomî li bajarê Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bîbû.

Heta niha jî dezgehên dadwerî yên Îranê derbarê sêdaredana wî de ti agahiyek belav nekirine.

Hêjayê gotinê ye ku roja 2ê Tebaxê jî Îranê 20 çalakvanên Sûnnî yên Kurd, li zîndana bajarê Kerece îdam kiribûn ku 3 ji wan kesan Kurdên Başûrê Kurdistanê bûn.

Zanayê atomî Şehram Emîrî di sala 1978ê de li Kirmaşanê ji dayik bûbû. Li parêzgeha Esfehan rûdinişt.

Li Zanîngeha Malk Eşter lêkolînerî dikir. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin