Yusuf Kaynak: Nêrînên Leo Tolstoy li ser huner û berhemên wî bi xwe

Yusuf Kaynak: Nêrînên Leo Tolstoy li ser huner û berhemên wî bi xwe

.

A+A-

 

        

            ‘Her kes difikire ku cîhanê biguherîne, lê kes nafikire ku xwe biguherîne.’

                                                           Leo Tolstoy

 

Leo Tolstoy îro wekî yek ji mezintirîn nivîskarên Rûsî yên hemû deman tê hesibandin û klasîkên wî ''Anna Karenina'' û ''Şer û Aştî'' di dîroka edebiyatê de wekî xalên girîng têne hesibandin. Berhemên felsefî yên bêhejmar ên ku Tolstoy li kêleka berhema xwe ya edebî ya berfireh nivîsandiye, pirr kêm têne zanîn. Weke mînak di beşa huner çi ye de rexneyeke felsefî ya bê rehm li ser têgîna hunerî ya serdest ya serdema wî. Wî ji karê xwe yê edebî jî bêpar nehiştiye. Me nêrîna Tolstoy ya hunerî ji holê rakir û lêkolîn kir ku çima, li gorî wî, klasîkên wî divê wekî hunerek xirab werin hesibandin.
 


Pirsgirêka exlaqî ya hunerê: çima li gorî Leo Tolstoy, divê em bifikirin ka huner çi ye?


Lêkolîna Leo Tolstoy ya li ser huner çi ye, ji pirsgirêkeke ehlaqî dest pê dike: gelo huner hêjayî hemî qurbaniyên ku ji bo hilberînê hewce dike ye?. Beriya her tiştî, hunera ku em îro pê dizanin tenê mimkun e ji ber ku hunermend wext heye, ku bala xwe bidin ser kamilbûnê!. Mînakî, mûzîkjen û danserên baleyê ji zarokatiya xwe ve rojê bi saetan bi xwendina pîvan an pozîsyonên baleyê gelek wext ji bo hunerê feda dikin. Lê ji bilî vê, hunermend tenê dikarin wê demê azad bikin dema ku yên din debara xwe dikin, dema ku girseyên xebatkar bi rastî ji hunera ku ji elîtan re hatî çêkirin hindik sûde werdigirin. Her çend Tolstoy ev pirsgirêk ji sed salan berê zêdetir pêş xistibe jî, ev pirs îro jî têkildar e. Mînakî, di nîqaşê tacîzkirin an destdirêjîkirin pirsek bi rêkûpêk derdikeve holê ka li ser navê hunerê heqaretkirina lîstikvan, dansvan an muzîkjenan dikare were rewa kirin. Û di nîqaşên li ser alîkarîkirina hunerê de, carinan pirs tê kirin ku gelo divê civak ji bo îfadeyên hunerî yên 'elîtîst' bide.

Tam ji ber ku huner hem ji hunermend hem jî ji civakê gelekî fedakariyê dixwaze. Tolstoy dibêje ku pirsên derdikevin holê ku bi rastî jî huner çi ye, gelo hemî huner baş e û gelo huner hêjayî hemî qurbaniyên ku hewce dike ye?. Mesele ew e ku pênaseyeke wusa ya ("baş") hunerê tune ye. Di ne bûna pênaseyeke wusa de huner bi xeletî li gorî Tolstoy, weke tiştekî ji bo kêfê an xweşikbûnê tê hesibandin. Bi vê gotinê, Leo Tolstoy bi awayekî radîkal li dijî 'hunera ji bo hunerê' ya ku hemdemê wî yê ciwan Oscar Wilde parastiye, rawestiye. Tenê lêgerîna bedewî û kamilbûnê, huner li gorî Leo Tolstoy bêwate dike, nezelal e û ne ji dil e. Ji bilî vê, ji bo ku hunermend di xizmeta elîtên/bijarta de dixebitin, hêdî berhemên wan ji pêwîstiyeke hunerî dernakevin, tenê şahî û cihêrengiyan pêşkêş dikin. Di encamê de hunermendê ku Leo Tolstoy dike hedef, "hunera sexte" diafirîne: tiştekî ku bi teqlîda hunera rastîn tenê wek huner xuya dike, lê bi rastî ne hêjayî sernavê wî ye. Dema ev "hunera sexte" di civaka rojane de weke hunereke têr û ya rast bê dîtin, hunera rasteqîn hêdî nayê qedrkirin!.

 


Pirsgirêkek din a gorî Tolstoy ji ramana ku huner xweser e û bi tenê li ser bedewî û kêfê ye, ev e ku nêrîneke wusa ji ber çavê xwe winda dike ku huner çalakiyeke mirovî ye. Ji bo vê yekê, ew dibêje, divê em li ser vê pirsê bisekin ku huner di jiyana kesek an bo mirovatiyê bi gelemperî ye. Bi rastî, ji bo ku huner çalakiyeke mirovîye, ew bawer dike ku ew tenê dikare biqîmet be heke ji mirovahiyê re kêrhatî be. Ji bilî vê, berovajî vê yekê jî derbas dibe: eger huner zirarê bide mirovahiyê dikare îtîraz be.

 

Huner wekî navgînek ragihandinê: Leo Tolstoy hunerê çawa pênase dike


Tolstoy bi xwe bersivek pir hêsan dide: huner navgîna ragihandinê ye. Ji bo vê yekê Tolstoy hunerê bi ziman re dide berhev: çawa ku em dikarin ramanên xwe bi ziman ragihînin, em dikarin hestan jî bi hunerê ragihînin. Ji ber vê yekê huner dikare mirovan bigihîne hev, ji ber ku di hestek diyar de wan digihîne hev. Dema ku karekî hunerî serkeftî be, temaşevan dikare tiştê ku hunermend jiyaye biceribîne. Wekî din, temaşevanên cihêreng ên heman xebatê yek in ji bo ku ew bi hevre hema hestê diceribînin.

 

Li gorî Tolstoy, ji ber vê yekê pir hêsan e ku meriv diyar bike ka tiştek huner e an na!?.....Tenê pirsa ku divê em bipirsin ev e ku, gelo em dikarin hestên ku hunermend dema xwendine, guhdarîkirine an temaşekirina xebatê hîs kirine em jî hîs bikin?. Berhemeka hunerî ya rastîn bi hesta ku dixwaze bide temaşevana ''difetisîne''. Karekî hunerî çiqasî ''vegirtî" ye heta radeyekê bi dilpakiya ku hunermend dixwaze hestê bigihîne û bi zelaliya ku ev tê kirin ve girêdayî ye ecêb!?.. Ji bo vê yekê rexnegirên hunerî bi tevahî zêde ne, li gorî Tolstoy: berhemeke hunerî divê bi serê xwe biaxive û dema ku were ravekirin, ne diyar e ku ew e bi çi re radigihîne ye. Wekî din, rexnegiriya hunerî tiştan li dora xwe vediguherîne: rexnegir dibêjin ku ew tiştê ku karê hunerî ragihîne têgihîştin û gihîştî dikine, lê karên hunerî armanc dikin ku tiştê ku di şeklê argumanekê de negihiştî, têgihîştine û desteserkirinê bikin!.

 


Her weha hunermendê ku dilpak be, ne hewce ye ku xema orîjînaliyê bike. Çawa ku du kes çi carî nikarin bibin xwediyê heman rûyê, Tolstoy diyar dike, du giyan tam ne weke hev in. Kesê ku bi rastî ji hestên xwe derdixin, nikare hestekî bi tevahî kesane ragihîne. Her çend di hunerê de parvekirin û yekbûna hesteke bingehîn e, lêbelê ew kesayetî pirr girîng e. Tam ji bo ku hunermend hesteke bi tevahî takekesî radigihîne raya giştî hestên ku berê qet nejiyaye diceribîne. Ji bo vê yekê huner li gorî Leo Tolstoy ji bo pêşkeftina xweşiya kesane û mirovahiyê bi gelemperî pêdivî ye. Bi saya îhtîmal/belkî ku bi hunerê ''gemarî/ qilêrî'' bibe, hestên hemdemiyan û hem jî yên ku hezar sal berê ji aliyê mirovan ve hatine jiyandin, bi dest dikevin. Çawa ku di pêşketina zanînê de dîtinên bêkêr û xelet bi baştir têne guhertin, huner jî ew navgîn e ku hestên kêm baş an jî ji bo qenciya mirovahiyê hewce ne, bi yên çêtir têne guhertine. Ger huner tuneba, Leo Tolstoy dibêje mirov dê dîsa jî hov û dijminahiya hev bibûnaya. Rêya ''şaş/xelat'' ya ku huner bi balkişandina li ser kêf, bedewî û tekûziyê girtiye, li gorî Tolstoy, di encamê de mirov careke din hovtir, hov û hovtir dibin.

 

Huner ji bo Elite: Nerînên Lev Tolstoy li ser xebata wî

 

Lê belê, Leo Tolstoy du kurte çîrokên xwe wekî mînak dide, ji ber ku di xebatên wî yên hunerî de îstîsnayek in. Ji xwe ew karê hunerî, ji bilî van herdu çîrokan, wek ''hunera xerab'' dihesibîne. Ew 'hunera xirab' dibe ku xwendevan, mîna 'hunera baş', bi hestan têdigerîne, lê li cihê ku romanên wî yên mezin kêm in, Leo Tolstoy bawer dike ku ew ji bo elîtekê hatine nivîsandin. Mînak, temamiya nivîsa “Şer û Aşitî”yê ku di wergerê bona rêzenivîsên "Pirtûkxaneya Rûsî" de derketine, ew ji 1652 rûpelan kêmtir nînin. Di dema ku Leo Tolstoy de, mirovan tenê dikaribûne çîrokek bi vê mezinahiyê bixwîne, ger ji çina ku jorîya debara xwe bibûya û bi vî rengî wextê xwe bi romanek weha re bikira.

 


Tam ji ber ku klasîkên wî yê edebî ji bo elîtekê ne, Tolstoy dibêje ku ew ji sadebûn û kurtbûna ku hunera gerdûnî hewce dike tune ye. Romanên wî di vî warî de pir tevlihev û bi hûrgulîya jî barkirî ne. Li gorî Tolstoy, ji ber vê yekê divê berhemeke hunerî ji bo ku bixebite divê çend şert û mercan pêk bîne. Mesela, divê ku berhemeke hunerî “temam” be, da ku xwendevanên romanê hîs neke ku agahî kêm e ji bo şopandina çîrokê. Her weha divê berhemeke hunerî jî bibe xwedî yekîtîye û ji bo vê yekê hevgirtineke zelal hebe. Komek perçeyên balkêş bi hev re tevheviyeke xebatê çê nake. Di vî warî de, romanên mîna Anna Karenina testa Tolstoy bi xwe derbas kiriye: em nikarin bibêjin, ku çîrokeke ne temam an ne hevgirtî ye. Anna Karenina çîrokeke trajîk e a jineke zewicî ya ji çîna jorîn vedibêje, evîndara mêrekî din bû. Dema ku ew malbata xwe ji bo mêrekî diterikîne, ew xwe di nava nakokîyan de dibîne, di dawiyê de ew ê dibe sedem ku xwe bikuje û xwe bavêje ber trênê. Tolstoy çîroka xwe di romanê de bi çîrokeke evînê ya din re berevajî dike, ya Konstantîn Levîn ve, yê ku di destpêkê de ji aliyê jina ku jê re tê red kirin, lê piştî hewildaneke duyemîn dikare pê re têkiliyeke bextewar ava bike. Lê di avakirina romanê de hîleyên hê bêtir balkêş hene ku çîroka Anna Karenina ava bike. Mînaka ku tê zanîn motîfa trênê ye ku di çîrokê de wekî mizgîniya çarenûsa leheng xuya dike. Di destpêka romanê de, weke nimûne, xebatkarekî rêhesinê dema Anna digihêje Moskowê, di qeza trênekê de diqede, da ku qedera wê bi rastî ji gava ku ew digihîje bajêr dest pê dike, ku jiyana wê ji ber sedema mirina wê diqewime, evîndariya wê mîna ku şûrê Demokles bi ser wê de tê û diçe.

 


Bi rastî ev xebateke jîr bû ku Tolstoy ji salan şûnda kêmtir dinirxîne. Ew pê bawer bû ku dibe ku klasîkên wî bi rengekî din, hêsantir, çêtir werin pêşkêş kirine. Ji ber vê yekê Leo Tolstoy teza xwe ya ku xebateke hunerî divê temam û yek be, nîşan dide û diyar dike ku guherîneke herî piçûk di forma xebate de dê wateya wê biguherîne. Belkî, daxwaza Leo Tolstoy ji bona sadebûnê dide xuya kirin, ku bêyî guhertineka di çîroke de an di wateya çîrokê, bê hejmar rave kirinên ji Anna Karenina hatine jêbirin. Dibe ku bi hûrgulî kirina çîrokê bi xwe û zimanekî sadetir bibûya romanek çêtir dibû.

 


Pirs dimîne, bê guman, gelo divê em Leo Tolstoy bi dîwana wî bişopînin. Xwendevanekî bikêrhatî ye Leo Tolstoy belkî di wê baweriyê de nebe ku, hûrguliyên çîrokên zêde ne an tevlihevîya nefret e, lê dê dewlemendiya li pişt hûrgulî û çîrokan bibîne!. Tolstoy bi xwe jî di heyama ku tê de qedandiye jî, di wê baweriyê de bû ku huner çi ye ku sadebûn taybetmendiyeke girîng e ya hunerê ye, lê dibe ku huner bêhtir vegere ragihandina tevliheviya hebûna me ya ku wekî Tolstoy bi xwe jî dibêje ku, argumanê kêmtir in. Dibe ku ew yeka ji wan sedeman e ku em xwendina Anna Karenina didomînin.

 

 

Bi kurtayî ravekirina Anna Karenina: Anna bi karbidestekî payebilind ê Saint Petersburgê re zewicî ye ku ew î bîst salan ji wê mezintir e: mirovekî hişk e û bêhestyar e, ku tenê li ser kariyera xwe difikire. Anna evîndarê ciwanekî û efserê dewlemend Vronskî dibe û evîndare hev in ji hev hez dikin. Dixwaze mêrê xwe berde, lê ditirse ku careke din nehêlin kurê xwe bibîne!|. Li Moskowê birayê wê Stepan Oblonski jina xwe Dolly dixapîne. Xwişkeke wê ya piçûktir heye, Kitty, ku hestên wê bi Konstantin Levin re ye, xwediyê erdê, ji nêçîr û xwezayê hezdike û dixwaze erdê xwe reform bike.

 

Yusuf Kaynak

 

Lahey, 20-01-2022

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin