YUSUF KAYNAK: 36 SAL BERÊ CEGERXWÎN JI NAV ME KOÇKIR

YUSUF KAYNAK: 36 SAL BERÊ CEGERXWÎN JI NAV ME KOÇKIR

YUSUF KAYNAK: 36 SAL BERÊ CEGERXWÎN JI NAV ME KOÇKIR

A+A-

YUSUF KAYNAK

36 sal di ser wefata mamoste Cegerxwîn re derbasbûne. Nizanim çawa ew qasî zû wext derbas bû. Mamoste di 81 saliya xwe de li welatekî xerîb di 22ê cotmehê 1984an de li Stockholm'ê wefat kir. Çend sal piştî mirine wî re min ji bo ku têza zanîngehê biqedînim min 'Jînenîgerîya Cegerxwîn û Berhemê wî' nivisandîbûn bi Hollendî. Dû re wergerande Kurdî di 2010an de li Stanbol'ê weşand. Min nêzikî saleke wexta xwe dabû vê têza zanîngehê di 1990an de; wê demê zêde materîyal derbarê Cegerxwîn de nebûn, dû re oto-bîoxrafîya wî bi xwe jî hat weşandin. Min pir dijwarî û asteng dît bo pêdekirina materîyalê nivîskî û çavkanîyê pê bawerbibî wê wextê pir zêde nebûn. Ji wê rojê de hîn tiştekî nû li ser mamoste Cegerxwîn nenivîsandîye, îsal dilkir ku çend şîrove derbarê pirtûka nivisî de, derbarê wêjaya Kurdî de, bi gelemperî çi wateyek û valahîyek hebû derbarê mîjara Cegerxwîn de tijî kir, bi rastî nizanim, lê kesê ku bi kûrahî ser wêjaya Kurdî ya sedsala 20emîn de lêkolîn û lêgerîna bikin dê mihaqaq ji pirtûkê min sude werbigirin. Ji ber ku zêde materîyal dest me de nîn bûn.

 

Min di karê xwe de Cegerxwin wekî şaîre netewî yê sedsala 20mîn binavkiribû di wêje Kurmancî de. Soranî ji Kurmancî pêşketitir e, ji ber ku li ser nivîsandina Soranî qedexeyek nîne. Mijara min Cegerxwîn û wêjeya bi Kurmancî biserdejî helbestvanekî Kurmanc bû. Di dest me de ji çendek heb dîwane wî zêdetir malzeme nebû pirsê pê re rû bi rû dibûm her zêde bûn. Kesî nivîsareke zanistî nenivisîye, kê çi nivisîye bi îdeolojî û dirûşme sîyasî dagirtîye û çendek sloxane şoreşgerîyê wê demê ne. Min nedikarî herdem ji şoreşgerî û sosyalîstîya Cegerxwîn behskira, loma min Cegerxwîn kir qonaxên cude cude ku belkî ji raya gîştî re û ji xwendewaran re hineke rave bikim ku mîrov Cegerxwîn jî wekî me bi dewr û demê re bîrûbawerîye xwe guherîne û guhertîye û pêşketîye û gêş bûye.

 

Qonaxa meletî bi qonaxa kevneşopî ango ya klasîkî ya diwanî şopa Meleyê Cizirî, Ahmedê Xanî û Feqîyê Teyran bi tradîsyona dîwanî nivisîye. Cegerxwîn di ciwaniye de bi helbestê xwe kevnar e di şêwaza tradîsyona Xanî û Cizirî de ye, ne oldarekî hişk e, belê bi qua- formê xwe girêdayê ekolê dîwan edebîyatî ya bi arûz e. Bi qafîye û beyt e. Mijar dîsa ji welatperwerî û nîştîmanperwerî dagirtibûne, ew ji dest pêke de berçavane. Ewqasî li gunda meletî bike jî ji erdnîgerîya welêt a xemilandî hîç wexteke dûrneketiye, mijar e xwe her gelê Kurd û klasîkê Kurdî yê wek Mem û Zîn û Memê Alan her mîjarê wî ne. Ji xwe helbestê xwe pêşî di dest de nemane, yê ku di dest de mayî ne ê di Hawarê de nivîsandine, dû re binavî Dîwana Yeka: 'Prîsk û Pêtî' di hezar nehsed çil û pênca de li Şamê paytaxta Suriye çap kiriye. Dîwana Yeka cara duwemîn li Uppsla li bajarê Swedê di 1971an de çapbûye. Dîwana Yekan li Şamê ji alî çapxana Tereqî de di nav weşanên Hawarê de bi hêjmara 19emîn bi pêşgotineke Celadet Ali Bedirxan û Qadrican hatiye pêşkeşkirin. Wan herdu qelemşûre Kurd li ser Cegerxwîn û edebîyata Kurdî a klasîk nivîsare giranbiha nivisîne. Li Tirkîye jî çend car dîwana yeka tev dîwana duwemîn Sewra Azadi bi hevre ji sale hezar nehsed hefteyî vir de bi Kurdî caracaran tev Tirkî ya wan hatine weşandin bo xwenderwarê Kurd ê li bakurî welêt û li Tirkîye. Di çapa Uppsala a Bahozê jî bo nasandina Cegerxwîn ji Prîsk û Pêtî re pêşgotinek nivisîne.

 

Dîwana duwemîn 'Sewra Azadî'ye di 1954an de li Şamê ji alî çapxana Kerem ve hatiye weşandin. Dû re ew dîwan li Swedê di nav weşanên Deng û Palê de û çend car jî li Stanbol'ê ji alî weşanxanê Kurd ve hate çapkirin. Carînan jî hinek helbestên bijarte jî kirine Tirkî tev Kurdî ya wan weşandine. Ji Sewra Azadî re Osman Sabrî pêşgotineke kurt nivîsiye derbarê jiyana Cegerxwîn de ev şîrovê kirine:' min du mezîyên çak di Seyda de ditîne ku hêjayî salixdane ne: Dibê Cegerxwîn derdê mîletê xwe baş naskiriye, bela serê mîletê Kurd di mîr û axa û şêx û mele de dibîne. Bi ya min bêşik Seyda di van ramanê xwe de ne şaş e. Çima ku ji hezar salan vir de ev kesê wiha pêşî, sermîyan û rêberê vî mîletî bûn... divê wan welatê Kurdan bi dest neyaran re berdan....loma Cegerxwîn bi dilovanî kêm û kasîyên wana dibêje ku mîlet serwextî fend û xap û bêbextî û dilreşîyê wan dike. Cegerxwîn di Kurdîtîya xwe de rast û durist dibîne. Ew çend rast û durist e ku di riya welat û welatiyê xwe de sînga xwe ji zivarî û belangazîye re vekiriye. Osman Sabrî dîwana duwemîn ji ya yekemîn çaktir dibîne: dibêje armanca nivîsandina di dîwana yekan de ewqas baş ne dîyar e, lê di dîwana duduya de ev armanc dîyar e. Di 1968an de ji gencê Fransê dengvedanek li cîhanê belav dibû ku îşqa xwe gehêştîye Kurdê bin xetê li wir jî deng vedide. Di 1973an de li Lubnanê, Cegerxwîn 'Kî me ez?' dîwana xwe seyemîn çapdike. Kî me ez? wek kronolojîya mejûye kevnar e; li ser ol û eşîra û welatê Kurdan û li ser qralîyete kevnare; û li ser mîtolojîya gelên Îranî ên berê û serpêhatîyên wan e. Kî me ez, helbesteke lîrîk e û ji panzdeh beşan pêkhatiye. Kî me ez, ji alîyê hunermendê Kurdê bi nav û deng Şivan Perwer bi kurtî û guherînên naverokî hatiye bestekirin; navê stranê: Kî ne em!? e, weke sirûdeke neteweyî di hemû cejn û şahîya de distrên û xelkî pê kêfxweş û serbilind dibe; his û fikirê mîletî tevre dike tu dibêjî belkî ew helbesta serhildane ye. Dîwane Cegerxwîn de çiqas helbest  çiqas beyt û rêz û rêzik hene hemû di têza min de hêjmartine. Kî me ez? li paytaxta Surîye li Şamê bi nepênî hatiye çapkirin hema dengvedaye ji bo ku dem dema şoreşgerîye. Cegerxwîn di vê dîwanê de şaîrekî navnetewî ye; bi forma xwe serkeftî a nûjên a serbest: 'Heval Pol Robson' û 'Diyen-Biyen-Fu' h.w.d. nivîsandine. Hemîd Derwêş sekreterê Partîya Pêşverû a Demoqrat a Kurdên Surîye ji 'Kî me ez?'ê re pêşgotinek nivîsiye. Di pêşgotina xwe de Derwêş bi kurtî ew taybetmendîyê wî anîne ziman: 'Cegerxwîn li temamî cîhana sosyalîst û pêşverû de jî xwedîye nav û deng  e....yanê Cegerxwîn bi xebata xwe roleke mezin di şîyarî û serxwbûna gelê Kurd de leyîstîye. Seyda di ramanê xwe yê nîştîmanî û civakî de gavên fireh ber bi pêşve avêtine'. Cegerxwîn li pê hev dîwanê nivisîne.

 

'Ronak' dîwana çaremîn e li Swedê di 1980î de Roja Nû ew weşandîye. Helbestên welatperwerî, helbestên civakî û sîyasî û helbestên evînî û felsefî tê de cîh girtine. Kemal Burkay û Cegerxwin bixwe ji vê dîwanê re pêşgotinê nivisînê. Burkay li ser taybetmendîyê helbestê Cegerxwîn ew gotine:'estetîka helbestê Cegerxwîn gêşbûna xwe ji yekitîya ramanan û forman û hestan digirine; ji xwe helbest bi xwe nagehêjin armanc û daxwazên xwe. Cegerxwîn helbestê xwe bi reng û motîfên Kurdewarî dewlemendtir kirine. Wi bi hostetî di helbeste xwe de biwêj, metelok, mecaz û çîrokê Kurdî bikaranîne û helbeste xwe pê xemilandine'. Cegerxwîn wekî lêgerekî civakî ku bîr û bawerîye xwe xurt bike li ser van dîtine xwe di nav koçer û gelê Kurd de digere û çavnêrîyên xwe û tiştên kifşkirî di helbestê xwe bi hostatî bikar dianîne. Wek helbesta xwe 'Konê Reş' yek ji wan mînaka ye. Zend-Avesta dîwana Cegerxwîna pêncemîn e. Navê xwe ji kîtêba miqades a ola Zerduştîyan ya bi navê Avesta girtiye. Zend- Avesta jî di 1981an de li Swedê ji alî Roja Nû ve hatiye çapkirin. Ji dîwana pêncemîn re Kurdoloxê Sowyeta berê ê binavûdengê mezin prof Qanadê Kurdo pêşgotineke dirêje nivîsiye. Qanadê Kurdo di pêşgotina xwe de derbarê helbestvan de ev gotinê kirine: ''Cegerxwîn ji alî kovarên Kurdî yê wekû 'Hawar', 'Roja Nû', 'Ronahî'  'Stêr'e ve hatiye nasîn û populer kirin''. Qanada Kurdo di 1952an de li Sowyet pirtûka 'mejûya fîlolojîya zimanên rojhilat' di cilda sisiyan de tevlî çend helbestan Cegerxwn dide naskirin. Her çiqas Qanadê Kurdo xwe pispor û rexnegirekî edebîyatê nabîne jî ji bo wî van dibêje: 'ez nawêrim vê erkê bigrim ser milê xwe wekî analîstekî helbestê wî binirxim'. Qanade Kurdo vî karî weke karê akademîsyana dibîne û naxwaze Cegerxwîn tenê weke helbestvanekî bête dîtin, lê divê bi çavekî zanistî ji alî folklornasî, zimannasî, dîroknasî û hunera helbestvaniye de bê lêgerîn û lêkolîn. Qanadê Kurdo di hunera Cegerxwîn de ew taybetmendî kifşkirine; 'divê meriv bizane ku çawa wî helbeste ji panzdeh rûpelan nivisîye û çiqas zana bûye li ser fabl û helbestên lîrîk û çîrok û metelok û efsenaya'. Qanade Kurdo berdewam dike; 'dibê lêkolînvan bala xwe bide çêkirine, forma sîstemê û naveroka helbestên wî; divê bala xwe bidine xazîneya bêje û îdyoman, gotinên bi bihaye ensîklopedîyan'. Bi rastî pêşgotineke bi hestyar û hişmendîya Kurdewariye. Helbestê Cegerxwîn bingeha xwe ji realîteya gelê Kurd ango ji jîyan û adet û tore Kurd wergirtine. Cegerxwîn bi helbestê xwe neku li evîna rastî digere ewî li evîna welat digere.

 

'Şefaq' dîwana Cegerxwîna şeşan e ji alî 'Roja Nû' de di 1982an de li Stockholm'ê hatiye çapkirin. Di Şefaqê de Kurdolexê Sowyetê Casimê Celîl pêşgotineke ji dîwane re nivîsiye behsa  perwerdeya zarokê Kurdê Sowyetê ên di pola çaran/ şeşan û hefta de nivîskarên Kurda nasdikine û berhemê wan dixwînine yek ji wan jî Cegerxwîn e, helbestê wî 'Ka Kurdisan im ka?' û 'Pembu yê me ye lê em tazî ne'. Casimê Celîl di pêşgotina nivisî de li ser xisusîyetên helbestê Cegerxwîn rawestiye:' dibêje ku helbestvanê mezin nemir in'. 'Hêvî' diwana Cegerxwîna hefta ye di 1983an de ew jî ji alî Roja nû de li Stockholm'ê çapbûye. Di dîwana heftan de Cegerxwîn di stîl û form û naveroka helbestê xwe de çi guhertinek çênekiriye, her tim bi forma beyta ristê xweyê afirandine. Ji Hêvî ye re jî Kurdoloxê Sowyet Ordîxanê Celîl yê li Sowyetê pêşgotineke jê re nivîsiyaye. Ordîxanê Celîl bi tîpê krîlî bi Kurdî pirtûkeke bi navê 'Poezîya Cegerxwîn ya Bajarvanîye' di 1966an de nivîsandiye tê de jîyana Cegerxwînê şîrove kiriye û bi mînaka helbestê Cegerxwînê bi xwendevanê Kurdê Sowyet daye naskirin. Ordîxan, Cegerxwînî wek helbestvanekî sosyalîstî dij-î feodalîzmê û kaptalîzmê daye naskirine. Ji xwe wê demê Cegerxwîn şoreşgerekî wekî agirê sotî bû. Ordixanê Celîl çend şîrove ye din yê hunerî jî kirine; 'Cegerxwîn hozanekî lîrîk e formê wî bikaranîne ciwan dibîne. Dibê sedema dengbêj helbestê wî dikin stran vê rastîya wî nîşanî me dikin. Ordîxan, Cegerxwîn wek helbestvanek sinor nenas bi nav dike, ji ber vê yekê jî ew helbestvanê hemû gelan e....piştî çend salan vê car li Swedê ji alî 'Jîna Nû' de dîwana heşta a Cegerxwîn Aşitî çap , fersend dest neket wê jî ji we re rave bikim.

Drs Yusuf Kaynak

 

20201020-140946.jpg20201020-142404.jpg20201020-142711.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin