Yusuf Andîç li Stockholmê hat bibîranîn

Yusuf Andîç li Stockholmê hat bibîranîn

Dawiya heftiya çûyî Yusuf Andiç di 40 rojiya koçkirina xwe de ji aliyê heval, nas û dostên xwe ve li Stockholmê hate bibîranîn.

A+A-

Dawiya heftiya çûyî Yusuf Andiç di 40 rojiya koçkirina xwe de ji aliyê heval, nas û dostên xwe ve li Stockholmê hate bibîranîn.

Bîranîna yekem li Pirtûkxana Kurdî pêk hat. Civîn ji aliyê yek ji hevalê wî yê nêzîk Alî Coşar ve hate rêvebirin. A. Coşar ji bo rêzgirtina Yusuf Andîç û hemû têkoşerên Kurdistanê, beşdaran deqeyek dawetî rawestandinê kir. Yek ji hevalên wî yê nêzîk Kamîl Sumbul li ser jiyan û xebata Yusuf axaftinek kir. Yusuf Zîya Topalê ku jiyana siyasî jî têde di hemû jiyana Yusuf de, pê re hevaltî kiriye ku hîn li Ankarayê dijî û ji bo bîranînê hatibû Stockholmê, axaftinek kir. Sultan Xoşrewî ku ji xelkê Kurdistana Rojhilat e qala şexsiyeta Yusuf Andîç a dema wî ya pêşmergetîyê ya Li Rojhilatê Kurdistanê û hevaltiya wan a heta koçkirina Andîç kir. Kes û şexsiyetên di dirêjayiya jiyana Yusuf de ew naskirine û hevaltî pê re kirine bîranînê xwe anîn ziman ê wek nivîskar Hesenê Metê, Endamê Meclîsa PAKê Nîhat Akar, Vahap Bîlgîç, Dr. Alî Kemal Yildirim û Abît Gurses û hin ên din.

yusuf-andîc.2.jpg

Êvarê jî Harun Coşar ku yek ji rêhevalê nêzîk ê Yusuf Andîç e ji her çar perçê Kurdistanê ji siyasetmedar, ronakbîr, nivîskar û şexsiyetên civata Kurd ku li Swêdê dijîn, li dor 60 kesî vexwend resteaurangekê.

Harûn Coşar ku mehzûbanê şevê bû li ser jiyan û xebata Yusuf axaftinek kir. Em tevahiya axaftina H. Coşar li jêr diweşînin.

 

Yusuf Andîç

Yusuf di 1951an de li Çêrmûga Diyabekirê tê dunyayê.  Ji ber kar û barên bavê xwe hê di zaroktîya xwe de mala xwe bar dikin Ankarayê.

Her çendî dê û bavê wî di navbera xwe de bi kirdkî/zazakî qise dikirin jî, lê di malê de zimanê serdest tirkî ye. Piştî perwerdeya destpêk û navîn û lîseyê, Universiteya Teknîkê ya Rojhelata Navîn (ODTU) qezenc dike. Yusuf hê di xortanîya xwe de li nasnameya xwe digeriya, bi gotina hevalên wî di 1972an de êdî di warê Kurd û Kurdistanê de fikirên wî net dibin.

yusuf-andîc.4.jpg

Ji ber sedemên aborî Yusuf ji mecbûrî navbêrekê dide xwendina xwe. Di vê navberê de dizewice û di 1974an de zarokê wî yê pêşîn Jêhat tê dunyayê. Dema ku li Belediyeya Ankarayê kar dike, dîsa dest bi unîversîteyê dıke û li Fakulteya Mimar û Muhendisî ya Ankarayê beşê Inşaatê qeyda xwe çêdike.

1974-75 salên ku mixalefeta civakî û politizebûn gehiştibû asteke bilind. Ciwanên kurdan jî wê demê wek berdewamîya DDKOyê, DDKD-Ankara û Weşanxaneya KOMAL ava dikin. Yusuf herî pir diçû van dezgehên kurdan.

Di 1976an de derdora KOMALê kovara Rizgarîyê derdixin û dest bi faaliyetên siyasî dikin, Yusuf jî di nav vê xebatê de dibe yek ji kadirên pêşeng ên vê siyasetê. 1978 bi navê ASDKDER (Komeleyên Kulturî yên Antî Kolonyalîst) dest bi damezrandina komeleyan dikin. Yusuf dibe serokê ASDKDERa Ankarayê.  Di dewra cudabûna Rizgarî-Ala Rizgarî de di nav refên Ala Rizgarîyê de cih dıgre. Çi di warê teorîk û çi di warê pratîkê de be, di gelek xebatên Ala Rizgarîyê de berpirsiyarîyên giring hildigre ser xwe. Piştre Yusuf berê xwe dide Kurdistanê û mala xwe ji Ankarayê bar dike Diyarbekirê.

Tevgera Ala Rizgarî di 1979-80yî de ji bo piştgirîyê bide şerê demokratîk û neteweyî ya çekdar ya parçeyên din, bi hêzên Kurdistanê yên rojhilat û başûrê re pêwendî datîne. Kek Yusuf di nav Ala Rizgarîyê de bi taybetî di vî warî de wezîfeyên muhîm û giring hildigre ser milên xwe. Yusuf berpirsyarê ser sînoran bû û pêşmergeyekî cesûr û merxas bû.

Ew vê peryodê dema herî xweş ya jiyana xwe bi nav dike. Çi heyf ji ber helwêsta berpirsyarên tevgera xwe ev kêfxweşîya wî di nîvî de dimîne, hêvî û xeyalên wî dişikên.  Piştî demekê têkilîya wî ya rêxistinî êdî bi Ala Rizgarîyê re namîne.

yusuf-anîc.3.jpg

Di 1982an de dema ku li gel çend hevalên xwe dixwaze derbasî Kurdistana Rojava bibe, li ser sînor tê girtin û nêzî çar sal û nîvan di zindana Diyabekirê de dimîne. Di zindanê de li gel kurmancî û soranî îngilîzîya xwe jî pêşde dibe.

Piştî ku ji zindanê derdikeve dîsa her li Diyarbekirê dimîne û li wir zarokên wî Jêhat, Berfîn, Hejar, Rewşen û Arvîn tên dunyayê. Yusuf ligel xebata ji bo jiyana xwe ya rojane her weha rojeva siyasî jî her dişopand. Li gel weşanên kurdî yên bi gelek lehceyan weşanên tirkî û ingilîzî jî dixwend û nivîsên ku jê re giring ba bi hevalên xwe re parve dikir.

Têkilîyên Yusuf hertim bi hevalên xwe yên li sirgûnê bûn re hebû. Ji bo me Yusuf bira bû, heval bû, dost bû û Kurdistan bû.

Yusuf bê wext ji nav me bar kir, bi vê barkirinê re dê û bavan ewladekî xwe, xuşk û birayan kekekî xwe, zarokên me “apoyên xwe yên şêr” wenda kirin.  Çûyina Yusuf ne tenê li Diyarbekirê, li Ankara, Konya, Kirşehîr, Qoçgirî, Dêrsim, Qamişlo, Mehabad, Silêmaniye, Hewlêr, Stokholmê û her ciyê ku Yusuf lê mabû tesîrek mezin kir. Di hemû civîn û şîn û behîyan de Yusuf bi dilovanî û bi rêzdarî hate bîranîn.

26.08.2017, Stokholm

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin