Yûnanistan îdiaya danûstandinên ligel Tirkiyê red dike

Yûnanistan îdiaya danûstandinên ligel Tirkiyê red dike

Hikûmeta Yewnanistanê diyar kir ku danûstandinên ligel Tirkiyê li holê nîne û heta niha birayek li ser danûstandinan nehatiye dayîn.

A+A-

 

Duh Jens Stoltenberg, Sekreterê Giştî yê NATOyê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kiribû; Yewnanistan û Tirkiye ji bo danûstandinên teknîkî li hev kirine, da ku rûbirûyî hev nebin.

Hulusi Akar, Wezîrê Bereyaniyê yê Tirkiyê jî ragihandibû; Tirkiye li benda civîna ligel Yewnanistanê ye ji bo gotûbêjkirina kêşeyên navbera her du welatan.

Hikûmeta Yewnanistanê van îdiayan red dike û eşkere dike ku ti biryarek ji bo destpêkirina danûstandinên navbera Atîna û Enqereyê de nîne.

Wezareta Derve ya Yewnanistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Zanyariyên ku behsa danûstandinên teknîkî yên navbera Atîna û Enqereyê dikin, ji rastiyê dûr e.”

Herwiha hatiye destnîşankirin; yekane rêya kêmbûna aloziyan, vekişîna hemû keştiyên Tirkiyê ye ji ava herêma Yerwnanistanê û destjêkişandina Tirkiyê ye di lêgerîna çavkaniyên sirûştî li nav ava herêma Yewnanistanê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin