YSKyê hejmara dengdêran ragihand

YSKyê hejmara dengdêran ragihand

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê Sadî Guven, hejmara dengdêrên li Tirkiyê ragihand û got li Tirkiyê hejmara dengdêran bi tevahî 53 mîlyon 93 hezar û 985 e û hilbijêrên sexte û xeyalî nînin.

A+A-

Sadi Guven îro hejmara dengdêrên li Tirkiyê ragihand. 

Li gor daxuyaniya Sadî Guvenî li Tirkiyê bi tevahî 53 mîlyon 93 hezar û 985 dengdêr hene û ne pêkan e di sîstema YSKyê de dengdêrek 2 caran tomarkirî be.

Guvenî herwiha li ser nîqaşên 'dengdêrên sexte û xeyalî' jî got: "Weke dengdêrên mukerrer, çi dengdêrên sexte hene çi jî dengdêrên xeyalî."

Guvenî li ser dengdêrên mirî bersiv da gilî û gazinan û got dengdêrên mirî piştî 1ê Çileyê jî hatine kontrolkirin û ên mirî bin ji dengdêriyê hatiye derxistin. 

Li ser dengdêrên welatiyê Sûriyê jî Guvenî got 'mirovên ku welatiyên Tirkiyê bin dikarin dengên xwe bi kar bînin."

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin