YSKyê daxwaza AKPyê red kir

YSKyê daxwaza AKPyê red kir

Nûnerê AKPyê yê di Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) de Recep Ozel da zanîn ku YSKyê biryar daye ku 51 sindoq ji nû ve werin jimartin û dubare jimartina dengan li 31 navçeyan red kiriye.

A+A-

Nûnerê AK Partîyê yê di YSKyê de Recep Ozel derbarê îtîrazên AKPê de, li pêş avahiya YSKê daxuyaniyek da û diyar kir ku îtîraza wan a li Stenbolê hatiye redkirin. Ozel got, bi tenê dê li 51 navçeyan deng ji nû ve bên jimartin.

Ozel da zanîn ku li Stenbolê 10 milyon û 560 hezar û 963 dengdêr hene û di navbera namzedê şaredariya mezin a CHPê Ekrem Îmamoglu û namzedê AKPyê Bînalî Yildirimî da,  li dora 15 hezaran dengan e. Herwiha Ozel da xuyakirin ku ew dê îtîrazên xwe berdewam bikin.

Namzedê Partiya Komariya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu jî diyar kir ku bi tenê ew baş organîze bûne û xwedî li dengan derketine û got,“tekane tiştê ku me kir, me xwedî li dengên xwe derket.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin