YSK'ê encamên Hilbijartina Stenbolê aşkera kir

YSK'ê encamên Hilbijartina Stenbolê aşkera kir

Lîjneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) encamên fermî yên Hilbijartina Stenbolê ya 23'ê Hezîranê aşkera kir. Li gorî vê yekê Îmamoglû ji sedî 54,22 û Yildirim jî ji sedî 45'ê dengan girtiye.

A+A-


Lîjneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) encamên fermî yên Hilbijartina Stenbolê ya 23'ê Hezîranê aşkera kir. Li gorî vê yekê Îmamoglû ji sedî 54,22 û Yildirim jî ji sedî 45'ê dengan girtiye. 

Lîjneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) encamên fermî yên Hilbijartina Stenbolê ya 23'ê Hezîranê, di rojnameya fermî de weşand. Li gorî biryarê di 23'ê Hezîranê de ji 10 milyon û 560 hezar û 963 hilbijaran, 8 milyon û 925 hezar û 166 hilbijêr çûne ser sindoqan û ji bo hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dengê xwe bi kar anîne. 
 
Ji 8 milyon û 925 hezar û 166 dengan 8 milyon û 746 hezar û 566 deng derbasdar hatine qebûlkirin û ji vana 4 milyon û 742 hezar û 82 dengan namzetê CHP'ê Ekrem Îmamoglû û 3 milyon û 936 hezar û 68 dengan jî namzetê AKP'ê Bînalî Yildirim girtiye. Li gorî vê yekê Îmamoglû ji sedî 54,22 û Yildirim jî ji sedî 45'ê dengan girtiye. 
 
Li aliyê din li gorî daneyên fermî yên YSK'ê namzetê Saadetê 47 hezar û 832, namzetê Partiya Vatanê 13 hezar û 962 hezar û namzetên serbixwe jî bi giştî 6 hezar û 622 deng girtine.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin