YSK: Em ê mazbataya Ehmed Turk bidin

YSK: Em ê mazbataya Ehmed Turk bidin

...

A+A-

Lîjneya Bilind a Hilbijartinan aşkere kir ku wê Ehmed Turk bidin.

Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) biryar da ku mazbataya Şaredarê Mêrdînê Ehmet Turk ê ku di hilbijartinan 31ê Adarê da bûbû yekem were dayîn.

Li ser wê biryara YSKê Ehmed Turk di rûpela xwe ya medyaya civakî peyamek belav kir û aşkere kir ku îradeya xelkê Mêrdînê bi ser ketiye û ew ê ji cihê ku mabûn dîsa dest bi karê xwe bikin.

Rêxistina AKPê ya Mêrdinê îro bi hêcata “Ehmed Turk “nexweş e û pîr e” serî li YSKê dabû û daxwaz ji YSKê kiribû mazbatê nede Ehmed Turk bide namzedê AKPê Vejdî Kahraman.

Siyaetmdarê kurd Ehmet Turk li Mêrdînê ji sedî 56,24ê dengan wergirtibû û bûbû şaredarê Mêrdînê. Namzedeê AKPê jî jî sedî 38,53yê dengan standibû.

Ehmed Turk di sala 2016an da bi biryara KHKyê ji kar hatibû dûrxistin û li şûna wî "qeyyum" hatibû tayînkirin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin