YSK belgenameyê nade berbijêrên ji kar hatine dûrxistin

YSK belgenameyê nade berbijêrên ji kar hatine dûrxistin

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) biryar da, ji wan berbijêrên biserketî re ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hatibûn dûrxistin, belgename neyê dayîn.

A+A-

Li hinek navçeyan li dijî berbijêrên ku berê ji ber Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ji karê xwe hatibûn dûrxistin, îtiraz hatibû kirin, Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) biryar da, ku ji wan berbijêrên biserketî re belgename neyê dayîn.

Desteya Bilind a Hilbijartinan ragihand ku li şûna wan kesên ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hatine dûrxistin, dê berbijêrên duyem ên biserketî bibin serokên şaredariyan.

Bi vê biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevî ku bi ser ketiye, şaredariyên bajarekî û çend navçe û nahiyeyan ji dest dide.

Berbijêra HDPê ya ji bo Şaredariya Şêrtê Bêrîvan Helen, berbijêrê navçeya Rezan (Baglar) a Amedê Zeyad Ceylan, berbijêrê nahiyeya Dagpinar a navçeya Dîgor a Qersê Abubekir Erkmen, berbijêrê navçeya Tuşba ya Wanê Yilmaz Berki, li navçeya Edremîtê Gulcan Kaçmaz û li Bêgirê Leyla Atsak bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ji karê xwe hatine dûrxistin

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin